Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin 2023-12-11 15:32:18   WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê didome. Ji çalakvanan girtî Metîn Uyar peyamek şand û got ku dê çalakiyên wan bi ser kevin.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî di roja 15’an de didome.    Ji girtiyên siyasî Metîn Uyar ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin û di greva birçîbûnê de ye, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û peyamek bi raya giştî re parve kir.    ‘HEWCE BIKE EM Ê CANÊ XWE JÎ BIDIN’    Uyar, di peyama xwe de wiha got: “Dê çalakiya me bi ser keve. Em baş in û mafdar in. Welatê me, Rêberê me, partiya me û jiyana me yên me ne. Em bi van serbilind in û baweriya me heye ku dê bi ser kevin. Çalakiya me ya greva birçîbûnê, deynekî wefayê ye. Her kesê ji xwe re dibêje mirov, her kesên xwe weke welatparêz pênase dikin divê vî deynê xwe bidin. Tişta ku em jê re dibêjin wefa, tam jî di rojên wiha de hewce dike. Deyn, di rojên wiha de tê dayîn. Gelê me, gelekî birûmet e û bi sala ye têkoşîneke mezin dide. Em jî hewl didin tişta dikeve ser milê xwe bi awayeke fedaî pêk bînin. Heke hewceke bike ku em di vê oxirê de canê xwe feda bikin, em ê wî canî jî bidin. Rewşa hevalên li vir baş e û em li ber xwe didin. Hevalên me tevek jî bi wê baweriyê ne ku dê çalakî bi ser keve. Hevalên me li dora Rêbertiyê ne û xwedî lê derdikevin. Ev serdem pir girîng in û divê her kes berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”