Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû 2023-12-11 17:44:25 ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku êrişkarên bûyera kuştina rêveberê Rêxistina DEM Partiyê ya Sêgirkê Ahmet Gun cerdevan in.  Li gundê Taloka y QIleban a Şirnexê Endamê Meclisa Şaredariyê ya Sêgirkê û Rêveberê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêgirkê Ahmet Gun û kurê wî Abdûrrahîm Gun, danê sibehê rastî êrişeke çekdarî hatin. Bav Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.    Hat îdiakirin ku bav û kur di hundirê wesayîtê de rastî êrişa çekdarî hatine. Lê der barê bûyerê de agahiyên nû derketin holê. Li gor agahiyên bi dest ketin; Ahmet Gun, tevî kurê xwe Abdûrrahmîm Gun û biraziyê xwe Mahmût Gun ji bo êzinfan çûne nav eraziyekî beyar ê li derveyî gund. Di vê navberê de hin kesan pêşiya wan girtiye. Paşê bav, kur û birazî rastî êrişa çekdarî hatine.    Bav Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Kur Abdûrrahîm Gun jî ji nigê xwe birîndar bûye û leşkerên hatine cihê bûyerê ew rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Piştî vekolîna li cihê bûyerê cenazeyê Gun jî sewqî morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin.    TÊ GOTIN KU CERDEVANAN ÊRIŞ KIRIYE   Nehat hînkirin ku bê nîqaş ji ber çi çêbûye. Lê belê hin çavkaniyên ku me hevdîtin bi wan re kir, derpêş kirin ku yên êrişî bav û kur kirine cerdevan in.    Cenazeyê bav Gun piştî karên otopsiyê dê li Sêgirkê bê definkirin.    Hat hînkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.