Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe 2023-12-12 09:12:55   SÊRT - Li aktîvîsta TJA’yê Ayşe Ekîncî 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Sedema ceza jî weke pirtûkên hatine desteserkirin, axaftina wê ya di Newrozê de û nûçeyên derheqê wê de hatine çêkirin in.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Ekîncî   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Ekîncî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi awayeke negirtî tê darizandin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê di 9’ê mijdarê de biryara xwe da û 7 sal û 6 meh cezayê hefsê li Ekîncî birî.    Daddgehê, sedema cezayê hatiye birîn eşkere kir. Di hinceta biryarê de hat destnîşankirin ku Ekîncî di Newroza 2018’an a Sêrtê de navên “Zekiya, Kawa, Mazlum û Rewşan” bi kar aniye û ev kesên behsa xeberê “endamên rêxistinê” ne. Di heman demê de hat diyarkirin ku di guhdarîkirinên emniyetê yên di sala 2018’an di çarçoveya lêpirsînê kirî de Ekîncî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane têgeha “Şehîd” bi kar anî ye.    Îdiayeke din a weke hinceta ceza hatiye nîşandan jî nûçeya binçavkirina Ekîncî ku di 7’ê îlona 2020’an de li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatiye parvekirin. Di nûçeya behsa xeberê de Ekîncî weke aktîvîsta TJA’yê hatiye nîşandan. Her wiha aktîvîstbûna TJA’yê jî hate krîmînalîzekirin.    Her wiha pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di dema serdegirtina mala Ekîncî de hatine desteserkirin û hinek pirtûkên din ên ji bo wan biryara komkirinê hatine dayîn jî weke hinceta cezayê hate nîşandan.    BIRYARA NEŞOPANDINÊ WKE HINCET HATE NÎŞANDAN    Ekîncî, têkildarî hinceta ceza de axivî û wiha got: “Ev ceza, êrişeke li dijî têkoşîna jinan e. Sedema lêpirsînên derheqê min de, xebatên siyasî ye. Di 7’ê îlona 2020’an de li ser gilî bi ser mala min a li Amedê de girtin. Di esasê xwe de ji bo înfazkirina me hatibûn. Lê dema gel derketî kolanê û xwedî lê derketî, em rizgar bûn. Ev îxbar jî bû mijara sûcdarkirinê. Piştî binçavkirina 4 rojan hatin berdan. Di dosyayê de biryara neşopandinê hate dayîn. Biryara neşopandinê ya Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê jî weke hinceta ceza hate nîşandan. Ji ber qezaya trafîkê ji sedî 45 astengdar im. Ji ling û çoka xwe tedawî dibim. Hefteyê carekê diçim îmze didim. Qedexeya min a derketina derveyî welat heye.”    MA / Fethî Balaman