Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye? 2023-12-12 11:46:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat gotin ku sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat ku li gorî îdiayê gotiye; “Li gundê min çendek terorîst mane dê wan jî paqij bikim”, pêdankerê cînayeta rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun e.    Endamê Meclisa Şaredariya Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahîm Gun duh li çoltarê Deştoltê rastî êrişa çekdarî ya 4 kesan hatin. Di encama êrişê de Ahmet Gun li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kurê wî jî birîndar bû. Gun, ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê hate kirin.   AMBARGO DANÎN SER MALBATÊ   Hat îdiakirin ku Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat li ser pêdankeriya sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat, Ahmet Gun qetil kirine. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî; demekî kin berê di maçeke sehaya xalîçeyan a li bajarokê de di navbera ciwanan de şer nîqaş derket û ev nîqaş veguherî şer. Bûyer mezin bû û malbat ketin dewrê. Li ser vê yekê rûspiyên bajarokê hewl dan silha malbatan bikin. Hat îdiakirin ku sercerdevanê berê Şeyhmûz Babat ev hewl dan red kir û ji cerdevanên girêdayî xwe re gotiye “herin hesabê bipirsin” û bi vê yekê re Ahmet Gun û malbata wî hedef nîşan daye. Ji ber gefên malbata Babat, zarokên Ahmet Gun ne li Sêgirkê lê perwerdeya xwe li Qileban a 18 km’an dûr domandin. Her wiha hat gotin ku ji ber zextan, li bajarokê ambargo danîne ser malbata Gun. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Şeyhmûz Babat gefa “Hûn dê tu tiştekî nefiroşin vî kesî” li esnafan û ya “Tu kes dê pê re neaxive, heta silavê jî nedinê” jî li xelkê bajarokê xwariye. Her wiha hat gotin ku Babat nehiştiye ku malbata Gun pezê xwe tevî birê pezê xelkê bajarokê jî bike. Ji ber van zextan, gelek ciwanên ji malbata Gun ji neçariyê çûn bajarên cuda. Hat ragihandin ku xelkê bajarokê jî ji qetilkirina Ahmet Gun, Şeyhmûz Babat berpirsyar dibîne.    EV NE ÊRIŞA EWIL E!    Şeyhmûz Babat di heman demê de Şaredarê Sêgirkê yê AKP’ê ye û di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an de êrişa li dijî Parlamenterê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ê Şirnexê Hasîp Kaplan û endamên partiyê dabû kirin. Şandeya DTP’ê di 10’ê adara 2009’an di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dema diçûn Qilebanê, di ketina bajarokê Sêgirkê de rastî êrişa çekdarî û bi keviran ên ji hêla Babat ve hatibûn organîzekirin hatibûn. Wesayîta DTP’ê ya hilbijartinê jî xesareke mezin gihiştibûyê û nema dikarî bê bikaranîn.     SOZA KU BABAT DA YE WALÎ   Hat zanîn ku Waliyê Şirnexê Cevdet Atay demekî kin berê bi Şeyhmûz Babat re hevdîtin kir. Li gorî îdiayê, Babat di hevdîtinê de endam û rêveberên DEM Partiyê hedef girt û ev soz da: “Li gundê min çendek terorîst mane. Ez ê wan jî paqij bikim.”    ŞEYHMÛZ BABAT KÎ YE?   Navê vî sercerdevanê berê di salên 1990’î de bi şewitandina gundan û cînayetên kiryarnediyar hate bihîstin. Gelek caran cil û bergên HPG’iyan li xwe kir û li herêmê digeriya. Demekî dirêj sercerdevantî kir û di sala 1999’an de bû şaredarê Partiya Dogru Yolê, di sala 2004’an de jî bû şaredarê AKP’ê yê bajarokê. Ji ber nelirêtiyên kirî, neçar ma ku ji bajarokê bireve. Lê piştre dîsa vegeriya. Navê wî bi cînayet û bêusûltiyan tê zanîn. Sûcên li dijî gelê kurd kirine qebûl kir û di 14’ê sibata 2014’an de tevî xizmên xwe yên cerdevan bi merasîmekê tev li Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû. Piştî ku îktîdar dîsa li konsepta şer vegeriyayî, dîsa berê xwe da AKP’ê. Di heman demê de ji Heftanînê heta Herêma Besta û Çiyayê Cûdî, serkêşiya tevahiya qirkirina xwezayê jî ew dike. Di heman demê de îhaleya gelek qereqol û kalekolên li ser sînorê Qileban û Herêma Federe ya Kurdistanê de tên çêkirin jî ew digire.