Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn 2023-12-12 14:09:49   STENBOL - Pîrên elewiyan û alimên olî bal kişandin ku di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatabê sereke Abdullah Ocalan e û ev bang kirin: “Divê demildest azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were pêkanîn.”    Pîrên Elewiyan û alimên olî têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer li Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li Beyoglûyê daxuyanî dan. Gelek pîrên elewiyan û alimên olî tev li daxuyaniyê bûn.    ‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’    Alimê olî Bedrettîn Gunay ê di daxuyaniyê de axivî bal kişan ser êrişên li dijî Îsraîl û Filistînê û bertek nîşanî qetilkirina sivîlan da. Gunay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat û aqlê dewletê yê Îsraîlê bi zalimtiyê sûcdar dike û îdia dike li cem gelê Filistînê yê mazlûm e li dijî gelê kurd ku hebûna wan înkar dike polîtîkayên şer ên pir alî kûrtir dike.” Gunay, diyar kir ku bi polîtîkayên cihekariyê yên li dijî elewî û kurdên “ne hemwelatiyên pergalê yên maqûl in” sûcê mirovahiyê tê kirin.    Gunay, bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pirsa “Rêya ‘desthilata îslamîst’ ku li dijî gelê kurd polîtîkayên şer didomîne, xutbe û weazên kurdî qedexe dike, alimên olî yên ji ber xutbe û mewlîda kurdî xwendin girtin û darizandin, îbadetxaneyên elewiyan qebûl nake û rêya Hz. Muhammed ne li dijî hev e?” pirs kir.    ‘LI CIHÊ KU AŞTÎ LÊ NÎNE ÎSLAM NABE’    Gunay, bi lêv kir ku desthilat “nikare zilm û neheqiya xwe bi olî veşêre” û destnîşan kir ku li cihekî aştî û edalet lê nebe, nikare behsa Îslam û mirovahiyê were kirin.    NÊZÎKATIYA LI CENAZEYAN Û GIRTIYÊN NEXWEŞ    Gunay, bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, neberdana girtiyên nexweş û êrişên li dijî cenazeyan da û got: “Nabe ku ji saziiyeke ji texrîbkirina goran , îşkencekirina cenazeyan re bêdeng dimîne, heta dipejirîne bibêjin ‘îslamî’. Şandina cenazeyan a rêya posteyê an jî bi qotiyan didin malbatan ne bêwijdanî ye?”   JI BO ABDULLAH OCALAN BANG    Gunay, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne hiqûqî, siyasî, wijdanî û exlaqî ye û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn îşaret bi Abdullah Ocalan kir. Gunay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Abdullah Ocalan ne şexsekî ji rêzê ye. Zanyarekî ku bi milyonan mirov jê re dibêjin vîna min e û bi milyonan mirov ji bo azadiya wî çalakî û aktîvîteyan li dar dixin e. Tevî pergala tecrîd û îşkenceyê fikrên birêz Abdullah Ocalan her firsendê aştiyê tîne ziman û felsefeyeke hewldana aştiyê ne. Muxatabê çareseriya mutleq a pirsgirêka kurd jî birêz Abdullah Ocalan e. Em dibêjin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn azadiya birêz Abdullah Ocalan bivê nevê ye û her firsendê dibêjin ku divê birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.”   ‘EM AŞTIYÊ AVA BIKIN’     Gunay ê xwest ku tecrîda li Îmraliyê were rakirin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku şerên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û şerên navxweyî xelas bibin divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan ên şênber ên li dijî krîzên piralî û pirsgirêka kurd hene. Em baweriyê bi vê tînin. Divê demildest ji serlêdanan re bersiv were dayîn. Heta ku birêz Ocalan azad nebe gel azad nabin û demokrasî nayê Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Em bang li herkesê dikin ku ji bo avakirina aştiya weke nan û avê girîng e hestiyar bin.”   ESEN: KESÊN BÊDENG IN HEVKARÊN SÛC IN   Pîrê Elewiyan Huseyîn Esen jî wiha got: “Kesên li dijî zaliman bêdeng dimînin hevkarên wî yên sûc in.” Ev rewş bandorê li jiyana me dike. Ji ber ku gelek tişt ji rêzê dibin. Me dît ku gelek mirovan li Filistînê jiyana xwe ji dest dan. Îro ji ber ku li ser axa me gelê kurd mafên xwe, mafê perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin zilm dibînin û tên înkarkirin. Heke ev pirsgirêk di dema xwe de neyê çareserkirin dê weke şerê Filistîn û Îsraîlê lê were. Ji ber wê yekê ya dikeve berê me ew e ku aştiyê bînin ziman.”