Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan 2023-12-12 14:14:19   COLEMÊRG - Mûstafa Bor ê li ser ‘îxbarê’ li navçeya Geverê hatibû binçavkirin, hat berdan.    Polîsan îro li Taxa orman a navçeya Gever a Colemêrgê bi ser mala welatiyê bi navê Mûstafa Bor de girtin û binçavkirin. Bor piştî wergirtina îfadeyê ya li Miduriyeta Polîsan a Geverê hate berdan. Hate zanîn ku ji ber derbarê wî de “îxbar” heye Bor hatiye binçavkirin.