Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin 2023-12-12 15:02:20   AMED - Polîsan li Farqînê bi ser hinek malan de girtin û 3 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Farqîn a Amedê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Hebûn Erîmfîl, Toprak Karsu û ciwanê bi navê Mehmet ku paşnavê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn û hat diyarkirin ku her 3 kes birine Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê.