Piştgirî dan Nobeta Edaletê 2023-12-12 15:12:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike.     Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin didome.   AMED   Nobeta Edaletê ya li Amedê di pêşengtiya TUAY-DER’ê de hate destpêkirin kete roja 9’emîn. Di Nobeta li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rezanê hatiye destpêkirin de pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bişkinin, ji bo aşitiya civakî em bibin dengê zindanan hate daliqandin. Çalakgeran pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Hevserokên MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya û Kerem Canpolat piştgirî dan çalakiya nobetê.   Dayika siyasetmedar Zekiye Îlbasan bi armanca piştevaniya bi dayikên di nobetê re ji navçeya Tetwan a Bedlîsê hate Amedê. Dayik Îlbasan a li vir axivî, anî ziman ku bi armanca piştevaniya bi dayikan re li vir in.    DELEGASYONA NINAN SERDANA NOBETÊ KIR   Endamên Delegasyona Jinan a Navnetewî jî serdana Nobeta Edaletê kir. Di daxuyaniya li vir li ser navê şandeyê hate kirin de hate diyarkiri ku ji bo tecrîd û îşkenceyê li vir in û ji bo guhdarkirina dayikan hatine. Dayikên di nobetê de ku li vir axivîn, rewşa girtiyên nexweş, sirgunên li girtîgehan, cezayên hucreyan ên ji bo yek kesê/î, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji şandeya jinan re vegotin. Dayikan diyar kirin ku heke tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were bidawîkirin di rewşa girtiyên nexweş û girtîgehan de jî başbûn çêbibe. Dayikan ji şandeyê re got ku ji saziyên navnetewî, CPT û DMME’yê zextan bikin.    Nobeta dayikan dê heta êvarî berdewam bike.    MÊRSÎN     Nobeta Edaletê ya ku li avahiya TUAY-DER'ê ya Çukurovayê bi tevlîbûna Dayîkên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl berdewam dike. Di nobetê de Hevserokê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş peyama yek ji çalakgera greva birçîbûnê Hacîre Çay ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê de cih digire parve kir. Altûntaş, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî daye destpêkirin silav dikin û wiha got: “Weke li hemû qadan em jî dê Nobeta xwe ya Edaletê bi awayekî bibiryar, heta ku encamê digirin berdewam bikin.”   Nobet pişt re bi stranên yek ji hunermenda Navenda Çand û Hunerê ya Nefelê Şirîn Kaya û klamên Dengbêj Ramazan Eren gotin berdewam kir.    EDENE   Nobeta Edaletê ya li avahiya AATUHAY-DER’ê 9 roj in berdewam dike. Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr serdana nobetê kirin. Kesên di nobetê de cih girtin daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd kirin.    WAN    Li Wanê jî Nboeta Edaletê ku TUHAY-DER û malbatên girtiyan daye destpêkirin di roja 8’emîn de berdewam dike. Rêxistinên DEM Partiyê yên Navçeyên Tûşba û Seravê îro serdana nobetê kirin. Dîsa şêniyên taxên Abdurrahmangazî û Altintepeyê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê piştgiriya çalakiyê kirin.    Dayika Aştiyê Şirîn Bor a di serdanê de axivî, destnîşan kir ku divê welatî li dijî çalakiya greva birçîbûnê bêhestiyar nebin. Bor a bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdÊ qet nayên qebûlkirin. Divê daxwazên girtiyên me demildest bên qebûlkirin. Em naxwazin ne dayikên gerîla ne leşkeran ne jî polîsan bigirîn. Ji bo ku şer were bidawîkirin û aştî were pêkanîn divê polîtîkayên tecrîdê werin bidawîkirin.”