ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-13 09:01:05     * Esmer Tûnçê, dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç Esmer ku di dema qedexeya derketina derve de bi gotina xwe ya "Em ê çok daneynin" di bîra mirovan de maye, got: "Ne dayika wî, ne malbata wî û ne jî gelê wî çok danenî."    * Hevberdevkê Komîsyona Qebûlkirina Namzetan a Sêrtê ya DEM Partiyê Eşref Tekîn ji bo hevşaredariyê û meclisa şaredariyê bang li welatiyên Sêrtê kir.    * Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin diyar kirin ku dewlet bi vê rêbazê dixwaze ku ew paş de gav biavêjin û gotin: "Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li pey doza zarokên xwe bin. Em hevalên vê dozê ne."    * Ji bo Hevşaredariya Wanê 192 serlêdan li Partiya DEM’ê hatin kirin. Tê payîn ku heta 20'ê Kanûnê hejmara serlêdanên ku piraniya wan ciwan in, zêde bibe.   * Mehmet Kaya ku beşdarî Nobeda Edaletê ya Amedê bû got ku "Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîn e" û bang kir ku her kes li dor girtiyan bibe xelek.    * Karsazê AKP'yî Suleyman Bolunmez ku hemû kanên komirê yên li herêmê dixebitîne, ji bo rêya kanên komirê di bin gund de tunelê çêdike. Ji bo çêkirina tunelê dînamît tên teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan li gund gelek avahî xesar dîtine. Şêniyên gund bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku dawî li çêkirina tunelê bê.    * Malbatên beşdarî Nobeda Edaletê bûne, ji bo yekîtiya li dijî tecrîdê bang kirin.    * Delegasyona Jinan a Navnetewî dê serdana DFG’ê û MKG’ê bike. (10.00)   * Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê hatiye destpêkirin dê berdewam bike. (11.00-17.00)   * Danişîna doza derbarê Ahmet Kanbal de bi hinceta nûçeya têkildarî sindoqa hilbijartinê ya windabûyî û parvekirinên medyaya dîjîtal derbarê wî de hatiye vekirin dê li 1’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Mêrdînê were lidarxistin. (11.30)   * Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û Serokê Giştî yê Sendîkaya Genel Îş’ê Remzî Çalişkan dê têkildarî mûçeya kêmtirîn li Parka Ozgur Çocûk ya Mêrsînê daxuyaniyê bide. (12.30)   * DFG Û MKG dê têkildarî rojnamevan Silêman Ehmed ê di 25’ê cotmehê de ji aliyê PDK’ê ve hate revandin û 50 roj in agahî jê nayên girtin li avahiya DFG’ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bike. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê tev li civîna gel ku dê li avahiya partiya wan a Şirnexê were lidarxistin bibe. (13.00)   * MATUHAY-DER dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li avahiya DEM Partiyê ya Bagcilarê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00) ZINDÎ