Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye 2023-12-13 09:20:48   AMED - Mehmet Kaya ku beşdarî Nobeta Edaletê ya Amedê bû, got ku "Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîn e" û bang kir ku her kes li dor girtiyan bibe xelek.    Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatin destpêkirin, di roja 17'an de berdewam dikin. Nobeta Edaletê ya ku li Amedê ji bo piştgiriya çalakiya girtiyan hat destpêkirin jî, di roja 10'an de berdewam dike.   Yek ji beşdarên Nobeta Edaletê ku saziyên demokratîk û saziyên sivîl ên bajêr serdamna wê dikin, Mehmet Kaya yê 71 salî ye. Mehmet Kaya ku têkoşîna hevjîna xwe Ayşe Kaya ya yek ji Dayikên Aştiyê bû û jiyana xwe ji dest da didomîne, got: "Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîn e."    ‘HEMÛ DEWLET KÛR IN'   Kaya, da zanîn ku ji bo kurdan her tim pêvajoyên gelek hovan e rû dane û got ku ew ne bi wan gotinên ku tê gotin "zextên li ser kurdan ji aliyê dewleta kûr ve tên kirin" re ye. Kaya, anî ziman ku ji lew re hemû dewlet kûr in û dema ku keysê dibînin hemû gelan dixin bin serdestiya xwe û wiha got: “Ji ber vê yekê dema nikarin gel tam kontrol bikin, hinekî nerm dibin lê ger ji destê wan bê jî bi awayekî hovane tevdigerin, qetlîaman dikin û wan dixin bin serweriya xwe. Wan bêdeng dikin. Dîroka kurdan bi qetlîaman tijî ye. Hevjîna min Ayşe Kaya, bi salan wekî Dayika Aştiyê li dijî zilmê têkoşiya. Hevjîna min ji bo azadiya birêz Ocalan xwe li ser pirê bi Dayikên Aştiyê re zincîr kir. Li ber xwe da. Kesên ku xwe zincîr dikin, hişmendiya xwe ya neteweyî, hişmendiya çînî her tiştî dizanin. Polîsan ew binçav kirin û 2 mehan di girtîgehê de ma. Piştre pêvajoya dadgehê çêbû. Çû dadgehê, ji Ocalan re gotin 'kujerê zarokan.' Hevjîna min jî ev yek qebûl nekir. Got ku Ocalan tu kes nekuştiye. Piştre beraet kir lê di dema têkoşînê de jiyana xwe ji dest da."   ’71 SALÎ ME LÊ MIN NEDÎTIYE KU ZILM KÊM BÛYE'   Kaya, anî ziman ku qetlîamên li ser kurdan tên kirin hê jî didomin û got: “Di vê pêvajoyê de ji bo me tiştek neguheriye. Ji ber ku pergala kapîtalîst a cîhanê kurdan weke mirov, civak û gel qebûl nake. Ev hê jî bi vî rengî berdewam dike. Ji ber ku pergala kapîtalîst me qebûl nake û wekî mirovan nabîne tiştek neguheriye. Komkujî berdewam dikin, bi ciwanên me re şer dikin, dema hêza wan têrê nake, kîmyasalê, 'jehrê' direşînin. Ji ber vê yekê ciwanên me şehîd dibin. Çi guherî? Nikarin şer bikin lê kîmyasalê diavêjin û wan dikujin. Ciwanên me ji ber parastina mafên kurdan tên sûcdarkirin û dikevin girtîgehê. Li gor qanûna wan, hûn nikarin tiştekî neqanûnî li girtiyan bikin lê ew wan birçî û belengaz dihêlin. Bi şev gardiyan li wan dixin. Heqaretê li wan dikin, lêgerîna tazî heye. Tu mafî nadin wan. Mirov di bin zilm û zordariyê de ne. Ez 71 salî me, lê min qet nedîtiye ku ev zilm kêm bûye."    ‘JI XEYNÎ BERXWEDANÊ TU ÇAREYEKE ME TUNE YE'   Kaya, diyar kir ku ew berxwedana dayikên Nobeta Edaletê silav dike û got: “Ez ji ber vê berxwedana birûmet dayikan pîroz dikim. Ger gel li ber xwe nede nikare bibe xwedîmaf. Kesên rêxistinbûyî yên li ber xwe didin xwedîmaf in. Dema ku hûn bi hêz bin, pergal we li ber çavan digire, wekî din nabe. Yên biryara têkoşînê didin, yên biryarê nadin teslîm dibin. Ez silav û rêzên xwe pêşkêşî berxwedêran dikim. Ji bilî berxwedanê tu çareya me nîn e. Em ê li ber xwe bidin. 20-30 salan em zarokan mezin dikin, lê zarokên me dikujin. Tirsa wan ji Xwedê tune, derewan dikin. Ew Xwedê nas nakin, heke nas bikirana dê vê yekê nekirana."    ‘ÊN BERXWEDÊR DIJÎN'   Kaya, banga piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê kir û got: “Divê mirovên xwedî hişmendî, rast û dilsoz li cem van ciwanan bin. Ev ciwan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî li girtîgehê li ber xwe nadin. Ji bo azadiya gelê kurd, gelê tirk û hemû gelan li ber xwe didin. Divê mirov xwe bi xwe serwext bike û li ber xwe bide. Ger hûn li ber xwe nedin, kes tiştekî nade we. Yên li ber xwe didin dijîn. Ger hûn li ber xwe nedin dê komkujiyan pêk bînin û we tune bikin."   MA / Eylem Akdag