Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin 2023-12-13 09:26:11   WAN - Malbatên beşdarî Nobeta Edaletê bûne, ji bo yekitiya li dijî tecrîdê bang kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin, ket roja 17'an. Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alikari ü Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (TUHAY-DER) di 4'ê kanûnê de bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê hat destpêkirin jî, didome. Malbatên ku li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê çalakiya xwe berdewam dikin, diyar kirin ku divê dawî li tecrîda li Îmraliyê bê û gotin ku rêya aştiya civakî di Îmraliyê re derbas dibe.   ‘DÊ BERXWEDANA ME BIDOME'   Fîlîz Ûyar ku dayika girtiyê bi navê Metîn Ûyar ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê girtin e û di koma duyemîn a grevên birçîbûnê de cih girt, diyar kir ku li girtîgehan polîtîkaya tecrîdê ya giran tê meşandin. Ûyar, anî ziman ku bi bidawîbûna tecrîda Îmraliyê re dê pirsgirêk bi dawî bibin û got: “Ji bilî aştî û edaletê tu carî daxwazeke me nebû. Lê li vî welatî edalet nîn e. Ez ne tenê ji bo kurê xwe, ji bo hemû girtiyan li vir im. Em li ber xwe didin û em dayik em ê berxwedana xwe bidomînin. Em dixwazin hemû gelê me, bi taybet hemû malbatên girtiyan piştgiriyê bidin çalakiyan. Werin em destên xwe bidin hev û azadiyê mîsoger bikin. Azadî bêyî yekitî, bêyî mil bi mil pêk nayê. Heke yekitî pêk were dê tecrîd bê şikandin."   LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA YEKITIYÊ   Dayika Cafer Kaçan ê 9 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye Huriye Kaçan diyar kir ku ji ber zextên li girtîgehan û girankirina tecrîdê grevên birçîbûnê dest pê kirine û got ku divê gelê kurd li dijî polîtîkayên tecrîdê yekitiya xwe pêk bîne. Kaçan, bertek nîşan da ku 33 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got: "Em daxwazin hevdîtin bi Serok re bê kirin ku ev mafê herî xwezayî yê hemû girtiyan e. Ez dixwazim tecrîda li ser Rêbertiyê bi dawî bibe û aramî çêbibe. Çendî kurê min zarokê malê yê tenê be jî, divê wekî girtiyên din li ber xwe bide, canê wî ji yê kesî ne bi qîmettir e. Divê gelê me yekîtiyê pêk bîne û tecrîdê bişikîne. Divê gelê me êdî li hemberî van bûyeran bêdeng nemîne û her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Divê her kes piştgiriyê bide girtîgehan û ji bo çareseriyê tevbigere."   ‘MIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'   Ji jinên serdana Nobeta Edaletê kirin Devlet Çîftçî jî xwest ku hemû malbatên girtiyan, dayik û kesên xwedî wijdan ên li Wanê dijîn beşdarî çalakiyan bibin û ji bo çareseriyê piştgiriyê bidin. Çîftçî, wiha domand: "Divê îro bi sedan kes li vir bûna. Diviyabû li qada nobetê cih nemana. Dayikên xwedîwijdan ên li Wanê neçar man li dijî van hemû bûyeran li ber xwe bidin. Ger em wekî dayikan piştgiriyê nedin vê çalakiyê, tu kes wê piştgiriyê nede. Barê herî giran dikeve ser milê dayikan, divê her kes vê berpirsyariyê bi cih bîne. Divê em bi têkoşîna hevpar Rêberê xwe azad bikin. Mifteya aştiyê li Îmraliyê, di destê Rêberê me de ye. Ger Rêber Ocalan azad bibe wê aştî û aramî pêk were. Divê em destê xwe bidin hev û vê tecrîdê bişikînin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Heta em bi hev re li ber xwe nedin, em ê bi ser nekevin."   Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê navçeya Elbakê Şahîn Dîlara ku serdana Nobeta Edaletê kir, diyar kir ku tecrîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku divê tecrîd bi temamî bê rakirin. Dîlara got: “Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Bê birêz Ocalan aştî pêk nayê. Kurd ne yên berê ne ku serî bitewînin. Kurd wê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û aştiyê bidomînin, berdêla wê çi dibe bila bibe. Ji bo aştî û biratiyê divê muzakere bên destpêkirin. Em naxwazin ciwanên me yên di girtîgehê de bi mirinê derevin û divê demildest aştî pêk were. Em silavên xwe ji hemû girtiyan re dişînin. Em diyar dikin ku ew ne bi tenê ne û bi çalakiya wan li cem wan in."   MA / Mazlûm Engîndenîz