Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike 2023-12-13 09:31:43   ŞIRNEX- Karsazê AKP'yî Suleyman Bolunmez ku hemû kanên komirê yên li herêmê dixebitîne, ji bo rêya kanên komirê di bin gundê Avgamasya de tunelê çêdike. Ji bo çêkirina tunelê dînamît tên teqandin. Ji ber teqandina dînamîtan li gund gelek avahî xesar dîtine. Şêniyên gund bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku dawî li çêkirina tunelê bê.    Li Şirnexê li Çiyayê Cûdiyê ku bilindahiya wê 2 hezar û 144 metre ye, ev 3 sal in qirkirina xwezayê didome. Li Çiyayê Cûdiyê dem bi dem ji ber hincetên ewlehiyê qedexeya derketina derve tê ragihandin. Lêbelê ev qedexe tenê ji bo pêşî li vekirina qirkirina xwezayê heye. Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê yê berê û karsaz Suleyman Bolunmez ku hema hema hemû kanên komirê yê li herêmê dixebitîne, bi çêkirina tunela ji bo kanên komirê rê li ber xetereyê vedike. Tunela ku di bin gundê Avgamasya yê Şirnexê de tê çêkirin, di dema çêkirina wê de dînamît tên teqandin. Ev bandoreke neyînî li gund dike. Ji ber dînamîtên ku tên teqandin, derz li avahiyên gund ketine. Gundî, ji ber rewşa heyî dilnerehet in. Şêniyên gund bertek nîşanî rewşa heyî dan û xwestin ku dawî li vê xebatê bê kirin.    'AVAHIYÊN ME QELIŞÎNE'   Ji welatiyan Mûstafa Gungen (40) bi lêv kir ku ji ber dînamîtên ku tên teqandin tu rihetiya wan nemaye û wiha axivî: "Ev salek e tunelê çêdikin. Ji aliyekî ve jî harfiyata komirê dirijînin Çemê Nerdûşê. Ji ber qirêjiya çem bax û baxçeyên me kêm bûne. Di pêvajoya çêkirina vê tunelê de jî zirareke mezin gihiştiye me. Bîrên me û kaniyên me yên avê çikiyane. Ji ber vê komirê em nikarin li gund bisekinin. Ev tunela ku tê çêkirin di bin gund re dibin. Di bin de jî dînamitan diteqînin. Ji ber vê avên me çikiyane. Em dixwazin ku vê xebatê bidin sekinandin, em heqê xwe dixwazin. Ji ber teqandina van dînamîtan û çêkirina tunelê ya di bin gund de me daxwazname dan. Lêbelê rayedarên dewletê guh li daxwazên me nakin. Ji ber van dînamîtan avahiyên me kelişîne, texrîb bine. Bila rayedarên dewletê çareseriyekê ji bo vê tunelê bibînin. Ji ber ku ava çem komir diherike me ji xwe re bîr vekirine. Lê bîr jî kêm bûne. Heke wiha bidome dê biçikin. Bêyî agahiya me di binî gundê me de tunel çêkirine. Beriya vê baxçeyên me hebûn, darên me hebûn. Lê niha ji destê me derketine."   'GUNDÊ ME BÊ EWLE YE'   Ji şêniyên gund Vesîle Gungen (38) jî diyar kir ku di bin gund de çêkirina tunelê pêşî li ber xetereyê vedike û ev tişt gotin: "Ji roja ku ev tunel di bin gundê me de birine, em nikarin tiştekî bikin. Ji ber dînamîtên ku tên teqandin avahiyên me zirarê dibînin. Ez rojekê rabûm fayansên malê ketine erdê. Min xaniyê xwe nû çêkiriye, ji ber dînamîtan teqiyaye. Ji bo ku ev xebat bê sekinandin me daxwazname dan û doz vekir. Daxwaza me ew e ku bîrên me neçikin û avahiyên me xerab nebin. Bila vê talanê bidin sekinandin. Haya me jê nebû û ji me re gotin, 'Bolunmez di bin gund de tunelê ber bi kanên komirê ve çêdike.' Em vê qebûl nakin. Bila dawî li vê xebatê bînin. Gundê me ne ewle ye. Em her roj vî dengî dibîhizin. Darên me, bexçeyên me, bîrên me hişk kirin."    'EM NIKARIN MAL BISEKININ'   Asya Gungenê jî got ku xwediyên şîrketê bêyî erêkirina gundiyan ev xebat dane destpêkirin û got: "Pereyê wan hebe kesek ne xema wan e. Ji par heta niha tunelê çêdikin. Ji par ve av û deravên me çikiyane. Heta niha gelek kaniyên me çikiyane. Kesek xwedî lê dernakeve. Heta ku bîrên me jî çikiyane. Dînamîtan ku diteqînin heçku di bin mala me de diteqînin. Tu kes xwedî li mirovê feqîr dernakeve. Kaxizek anîn ji me re gotin 'îmze bikin da ku wesayitên rêwiya bên gund' lê derew kirin. Niha tunelê çêdikin. Dema ku dînamitan diteqînin gund diheje, em nikarin di mal de bisekînin."   MA / Zeynep Dûrgût