‘Çepa tirk heke bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be’ 2023-12-13 10:07:42   ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Cavît Ugur diyar kir ku her ku hilbijartin nêz dibin zimanê nîjadperest jî zêdetir dibe û wiha got: “Çepa tirk heke bixwaze pêşî li pêşketina faşîzmê bigire, divê di mijara pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be.”    Hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin. Bi nêzbûna hilbijartinan re partiyên siyasî jî zend û bend badan. Her wiha pêla faşîzmê ya ku li seranserî cîhanê mezintir dibe, bandoreke mezin li Tirkiyeyê jî dike.    Hevserokê Partiya Jinûveavakirinê (SYKP) Cavît Ugur têkildarî hilbijartinê û rewşa heyî ji ajansa me re axivî.    'REWŞEKE NÛ DERKET HOLÊ’    Ugur, diyar kir ku îktîsada kapîtalîst êdî neolîberalîzm derbas kiriye û wiha got: “Pergaleke nû li cihê wê ava kiriye. Kapîtalîzm, di serdema fetretê de ye. Di nava blokên kapîtalîst ên cîhanê de hevrikiyek heye û roj bi roj mezintir dibe. Hevrikî û krîzên heyî bi xwe re her wiha krîza avhewaya kûrewî jî tîne. Beşeke biçûk xwe ji bandora vê karesatê diparêze lê dê bandoreke mezin li ser bi milyaran xizanan bike. Li hêla din li Ewropayê rastgirî her ku diçe pêş dikeve. Tevahiya polîtîkayên rastgir ên li cîhanê polîtîkayên faşîzmê dimeşînin, nîjadperestî û cihêkariyê dikin.”    'AKP, FILISTÎNÊ WEKE AMÛREKÎ BI KAR TÎNE’    Bi domdarî Ugur bal kişand ser bandora geşedanên kûrewî yên li ser Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Tirkiye jî hewl dide di rewşên wiha de rolekî li xwe bigire, ji xwe re qadê veke. Heman polîtîkayên durû yên welatên rojavayî, rejîma Tirkiyeyê ya heyî jî dike. Li dijî drama însanî ya li Xezeyê îtîraz dike lê ji bo zextê li Îsraîlê bike tu gaveke dîplomatîk û bazirganiyê naavêje. Dê rejîma AKP-MHP di rojên pêş de vê mijarê bêhtir weke amûr bi kar bîne. Li ser HUDA-PAR’ê hewl didin li Kurdistanê belav bibin û mijara Filistînê bi kar bînin. Ji ber terkexemî û hevnegirtiya çepa Tirkiyeyê, ev mijar ji bo îktîdarê ma. Tirkiye di rewşeke wiha de dikeve hilbijartinê. Di hilbijartinên 2015’an de HDP’ê firsendeke dîrokî afirand. Vê derfetê hevsengiya çep û rasta Tirkiyeyê serûbin kir. Lewma bû hedefa êrişên îktîdarê.”    ‘DIVÊ ÇEPA TIRKIYEYÊ XWEDÎ HELWESTEKÎ HEVGIRTÎ BE’   Di berdewamê de Ugur daxuyand ku ji tifaqa partiyan zêdetir divê li ser wateya polîtîk bê sekinînin û wiha pê de çû: “Ji ber ku hilbijartinên herêmî ji yên parlamentoyê girîngtirin. Ji ber ku derfeta veguherînekî civakî dide. Di pêvajoyeke ber bi hilbijartinê ve de li Tirkiyeyê nîjadperestî zêde bû. Divê ev yek neyê paşguhkirin. Sedema esasî ya vê jî Tifaqa Milet e. Faşîzma li Tirkiyeyê ji ewil li dijî daxwaza azadiyê ya gelê kurd mezin dibe. Her wiha li ser mezheba sunnî-henefî, dijbertiya elewîtiyê pêş dikeve. Heke çepa Tirkiyeyê bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di mijara pirsgirêka kurd de xwedî helwestekî hevgirtî be. Divê di mijara encamên şerê Sûriyeyê de jî xwedî fikir bin. Heke muxalefet bixwaze AKP-MHP’ê qels bike, divê polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê biguherînin.”    MA / Tolga Guney