Ji ber girteka sexte ya polîsan ev 16 sal in di girtîgehê de ye 2023-12-13 10:32:15   RIHA - Bedrî Akin ji ber bûyereke 15 km’an ji wir dûr qewimî hate girtin û ji ber girteka sexte cezayê muebbetê lê hate birîın. Akin, 16 sal in girtî ye û daxwaza wî ya jinûvedarizandinê jî di rêya DMME’yê de ye.    Bedrî Akin (36) li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Ji ber bûyereke ku faîlê wê ew nîne, 16 sal in girtî ye. Cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û tiştên bi serê Akin hatin, yek ji mînakên herî şênber e bê ka polîs û dozger faîlan çawa bi awayeke derhiqûqî ji ber xwe ve diafirînin.    Di 3’yê adara 2008’an saet di 19.15’an de li Taxa Firatê ya navçeya Şahînbey a Dîlokê hewldanek çêbû ku wesayîta şaredariyê bê şewitandin. Dosyaya Akin jî ji ber vê bûyerê ye. Di roj û kêliya bûyerê de Akin 15 km’an ji wir dûr bû û li pêşiya Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hevalê xwe yê hatiye berdan pêşwazî dikir. Çendek saet piştre weke faîlê bûyerê li gel du kesên din ku nas nedikir re hate binçavkirin û girtin.    Polîsên Şaxa Asayîşê têkildarî bûyerê saet di 20.30’an de girtek nivîsandin. Di girtekê de polîsan cih dan îfadeya M.Y. ku di otobûsê de bû. M.Y. wiha got: “Yên ku bûyer pêk anîn 3 kes bûn lê dema direviyan min ew dîtin. Rûyên xwe bi puşiyên spî-sor girtibûn. Heke ez bibînim jî nas nakim.” Lê belê girtekeke din a ku tê îdiakirin di heman saet û rojê de ji hêla TEM’ê ve hatiye nivîsandin, 20 roj piştî bûyerê di 23’yê adarê de li dosyayê hate zêdekirin. Hema hema bi girteka ewil re xwedî heman naverokê ye. Lê di girteka polîsên TEM’ê de îfadeya M.Y. ya “Rûyê wan girtî bû, tarî bû û heke bibînim jî nikarim nas bikim” weke “Heke bibînim dikarim nas bikim” hatiye guherandin.    Mehmet Alî Gumuş û Mûrat Gumuş jî li gel Akin ji hêla TEM’ê ve hatibûn binçavkirin. Rojek piştî bûyerê jî şahidê bûyerê derheqê Mehmet Alî Gumuş û Mûrat Gumuş de teşhîseke berfireh dike. Polîsên TEM’ê ku girteka sexte amade kirin û bi awayeke derhiqûqî teşhîs kirin, raporeke ku 45 roj beriya bûyerê amade kirin (17’ê çileya 2008) û dibêjin heke bûyerek pêk were faîlê wê Bedrî Akin e jî li dosyayê hate zêdekirin. 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê jî girteka TEM’ê esas girt û di 8’ê adara 2011’an de cezayê muebbeta giran li Akin, Mehmet Alî Gumuş û Mûrat Gumuş birî. Dadgeha Bilind jî ev biryara erê kir.    DAXWAZA JINÛVEDARIZANDINÊ RED KIR    Tevahiya endamên 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê, Serdozgerê Komarê Ozcan Şîşman (dozgerê TIR’ên MÎT’ê) û polîsên TEM’ê yên girtek amade kirin di çarçoveya lêpirsînên “avadaniya cemaetê” de ji peywirê hatin dûrxistin. Ji bo jinûvedarizandina Akin, parêzerê wî di sala 2021’an de serî li dadgeha herêmî da. Lê bêyî ku hincetek were nîşandan, hate redkirin. Li ser vê yekê Akin bi rêya parêzerê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Lê ev serlêdan jî di sala 2023’yan de hate redkirin. Parêzerê Akin, Bulent Duran amadekariyan dike ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bide.    ‘JI BER XWE VE FAÎLEK AFIRANDIN’   Parêzerê dozê Duran têkildarî dosyayê agahî da û wiha got: “Yek ji mînakên herî şênber e bê ka ji bûyeran çawa faîl tên afirandin. Miwekîlê min bi belgeyên sexte ve kirin bersûc. Di girteka polîsên Şaxa Asayîşê de tê gotin ku rûyê faîlan girtî ye. Lê TEM girtekeke sexte amade dike, bi awayeke derhiqûqî teşhîsê dike û ji ber xwe ve faîlekî diafirîne. Sedema ku Akin kirin faîl jî, xebatên wî yên siyasî ne. Polîsên TEM’ê 45 roj beriya bûyerê rapor amade kirine û Bedrî Akin weke faîl hatiye nîşandan. Li gel ku miwekîlê min got ‘di dema bûyerê de li pêşiya girtîgehê bûm’ jî meqamên darazê lê guhdarî nekirin. Heke ev îfade esas bigirtina, dê hinek qeyd bixwestina û mijar dê zelal bûbûya. Lê heta qeydên bazê jî nayên xwestin.”     Bi domdarî Duran anî ziman ku polîsên belgeyên sexte amade kirin ji “FETO”yê hatine îxrackirin û wiha got: “Dozger jî Ozcan Şîşman e ku TIR’ên MÎT’ê dabû sekinandin û ji endamtiya FETO'yê girtî ye. Tevahiya endamên 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê ji FETO’yê hatin îxrackirin. Di bûyerê de tu kes nemirî ye lê cezayê muebbeta giran didin. Di otobûsê de du kes hene lê dema dosya diçe Dadgeha Bilind ev hejmar dibe 3. Mirov vê rewşê fêm nake. Di girtekê dibêje ku di dema bûyerê de du kes di otobûsê de bûn, derdikevin derve, şewatê vedimirînin û xetereyek li ser jiyana wan çênebûye. Lê ji TMK 302’yê ceza didin. Lê belê tu tiştekî ku vî cezayî bidin li holê xuya nake.”    DÊ DOSYAYÊ BIBIN DMME’YÊ   Duran, got ku daxwaza wan a jinûvedarizandinê ji hêla 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê ve bi awayeke derhiqûqî hatiye redkirin. Duran, diyar kir ku AYM’ê jî serlêdana wan red kiriye û wiha pê de çû: “Di dîroka behsa xeberê de nasnameya kesê ji girtîgehê tehliye bûyî, şahid û belge tê hesibandin. Lê tevî vê yekê jî red kirin. Ev zilmekî mezin e. Divê tu kesên xwedî wijdan li dijî vê zilmê bêdeng nemînin. Mafê azadiyê yê miwekîlê min ji dest hatiye girtin. Em ê serî li DMME’yê bidin. Bedrî Akin faîlê vê dosyayê nîne.”    ‘KOÇBERÎ, CÎNAYETÊN KIRYARNEDIYAR, GIRTIN...’    Malbata Akin ku li Sêrtê debara xwe bi koçertiyê dike, di destpêka salên 90’î de ji ber zexta cerdevantiyê koçî Dîlokê kir. Piştre jî ji ber pirsgirêkên aborî di sala 1994’an de koçî Edeneyê kirin. Piştî ku bav Bahattîn Akin bi cînayeteke “kiryarnediyar” de hate qetilkirin, malbatê koçî navçeya Ceyhanê kir. Ji ber erdheja 1998’an li Edene-Ceyhanê, malbatê dîsa koçî Dîlokê kir û 25 sal in li wir dijî.    ‘JI BER NASNAMEYA XWE HATE CEZAKIRIN’   Dayika Akin, Perîşan Akin (58) got ku kurê wê ev 16 sal in bi awayeke derhiqûqî hatiye girtin û wiha pê de çû: “Tu sûcê kurê min nîne. Sûcê bavê wî jî nebû. Li pêşiya malê hate qetilkirin. Dibêjin faîlên cînayetê nînin lê em dizanin ku dewlet e. Di roja bûyerê de kurê min li pêşiya girtîgehê bû. Di dema binçavkirinê de polîs ji Bedrî re dibêjin; ‘em dizanin ku eleqeya te bi bûyerê re nîne lê ji bo tiştên te berê kirine bihesibîne.’ Ji ber ku bavê Bedrî şehîd e, ji ber nasnameya wî ceza kirin.”    Dayik Akin, axaftina xwe wiha qedand: “Kurê min li girtîgehên Şirnex, Amed, Dîlok, Bolu û herî dawî li Sîncan a Enqereyê hate ragirtin. Di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Di ciwantiya xwe de hate girtin û 16 sal in ji ber tiştekî ku nekiriye girtî ye. Nexweşiya min a dil heye lewma her tim nikarim biçim bibînim. Salê carekê diçim. Ev zilm e. Em kurd in lewma ev zilm li me tê kirin. Lê ev rastiya me ye em nikarin înkar bikin. Divê hemû kes ji bo girtiyan raber ser pêyan. Zarokên me ketine greva birçîbûnê. Em nikarin li cihê xwe bisekinin. Tecrîd ne tenê li girtîgehan, li ser me tevan heye.”    MA / Emrûllah Acar