Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin 2023-12-13 10:38:28   ŞIRNEX - Rêhevalên Gun ê ji hêla cerdevanan ve hate qetilkirin, destnîşan kirin ku êrişa hatiye kirin polîtîk e û gotin: “Gun bi taybetî hedef hate girtin.”   Li Gundê Taloka yê girêdayî bajarokê Sêgirka yê navçeya Qilebana Şirnexê di 11’ê kanûnê de Endamê Meclisa Şaredariya Bajarokê Sêgirka yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ahmet Gun û kurê wî Abdurrahman Gun rastî êrişa çekdarî hatin. Bav Gun di roja êrişê de li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Abdurrahman Gun jî di êrişê de birîndar xelas bû. Gun ê wek birîndar xelas bûye û biraziyê wî destnîşan kirin ku berpirsên êrişê Enver Babat, Omer Yarar, Siddik Babat û kurê wî Ebûbekir Babat in. Di roja ku lêpirsîn berdewam dikir, Enver Babat (60) teslîm bû. Derbarê kesên din de nayê zanîn ku tiştek hat kirin an nehat kirin.    Ahmet Gun tevî zextên salan ên cerdevanan, li bajarokê Sêgirka xebatên siyasî domandin. Rêhevalên Gun êrişa bi çeka cerdevanan pêk hatiye nirxandin.    ‘DEWLET LI PIŞT MIN E’   Îsmaîl Tong (43) ê li Qilebanê dijî destnîşan kir ku Gun kesek civakî bû û bilêv kir ku Gun ji hêla gel ve dihat hezkirin. Tong êriş weke “hovîtî” pênase kir û wiha axivî: “Berpirsê van rewşan dewlet e. Dewlet çek xist nava gel.” Tong anî ziman ku dema dewlet çekê dide kesekê divê pê zanibe ku dê çeke bi çi armancê û derûniyê bi kar bîne û ev tişt anî ziman: “Ji ber sedan kes bi çeka cerdevanan jiyana xwe ji dest dan. Zarokên hinek kesan bi van çekan xwe kuştin. Ev çek derveyî armancên xwe hatin bikaranîn. Ji ber vê yekê ev çek ji bo me tim taluke ne.”   Tong bi bîr xist ku qetilkirina Ahmet Gun ne yekem qetilkirin e û wiha pê de çû: “Di vî gundî de beriya niha bi çekekê 5 mirov hatin kuştin. Kesê ku 20 hezar lire dide, çeke didinê û dikin cerdevan. Piştre ev kes wek talûke dikevin nava civakê. Yên ku çekê ji dewletê distînin dibêjin ku ‘ji xwe dewlet li pişt min e, ez jî rayedareke dewletê me’ her tiştî dikin. Ev mirov ji bo herêmê tim taluke ne. Em dixwazin ev çek werin rakirin.”    ‘MIROVEKÎ HÊJA Û COMERT BÛ'   Mesût Gun ê ji taxa Gun e, derbarê rewşê de ev tişt gotin: “Yên ku pê re rêhevaltî dikin baş dizanin ku hevalek gelek bi nirx û comerd bû. Mirovekî partizan bû û tu caran serî neditewand. Ji rastiyê şaş nedibû. Ji ber vê yekê jî berdelên giran da. Di salên 90'î ber bi îro ve birayê xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe hevalên xwe winda kirin. Ew jî di riya wan de diçû. Em pir xemgîn in.”   Gun destnîşan kir ku bûyera qewimiye ne bûyereke ji rêzê ye û got: “Li bajarokekî weke Sêgirkê de 600-700 cerdevan hene. Bi taybetî jî ji sedî 90 malbata Babatan, cerdevan in. Her kesê ku ne wekî xwe, ji bo xwe dijmin dihesibînin û zilmê li wan dikin. Ji ber dewlet jî girtine pişt xwe, bi rehetî vê yekê dikin. Hevalê Ahmet jî ev siyaseta qirêj qebûl nedikir.”   ‘TAYBETÎ GUN HEDEF GIRTIN’   Hevserokê navçeya Qilebanê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Abdullah Yaman da zanîn ku Gun kesayetiyeke birehm, dilnizm û mînak bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalê Ehmed 40 sal ked da tevgera azadiyê. Ji hêla dewletê ve hate girtin û di îşkenceyê re derbas bû. Gelek caran di dema cinayetên faîlên wan nediyar de ji mirinê xelas bû. Lê belê tu caran dest ji sekna xwe ya welatparêz berneda. Heya roja hate kuştin jî dest ji têkoşînê berneda. Ji bo hemu derdora xwe çavkaniya kêfxweşiyê bû.”   Yaman derbarê kuştina Gun de ev nirxandin kir: “Hevalê me yê Ehmed bi taybetî hate hilbijartin. Ji bo ku çavê mirovan bitirsînin, ji bo ku baweriya wan bihejînin, bi taybetî hate hilbijartin. Ev êriş hem peyama dewletê hem jî peyama hêzên paramîlîter a taybet e. Hedefgirtina wî weke şereke di navbera du malbatan de nayê dîtin. Ev peyam rasterast peyameke siyasî ye. Êrişeke polîtîk e.”   'JI DEWLETÊ RÛ DIGIRTIN’   Di berdewama axaftina xwe de Yaman destnîşan kir ku cerdevanên çeke didin wan û civakê tînin li hember hev û ev tişt gotin. “Bi vê yekê dixwazin pêşiya serkeftina têkoşîna kurd bigirin. Ji ber wê berpirsê vê bûyerê dewlet e. Mînak Sêgirk ji bo navenda cerdevantiyê wek taybet hatiye hilbijartin û heya niha bi dehan kes ji hêla van hêzên tarî ve hatine qetilkirin. Ev kes heke dewletê li pişt xwe nebînin, dê tu caran nikarin wisa rehet tevbigerin. Lê belê berpirsyariya vê yekê dewlet girt ser xwe. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê, serê bûyerê girt. Ji ber vê yekê ev kes ji dewletê rû digirin.”   ‘EVÎNDARÊ AŞTIYÊ BÛ’   Ferîde Ûnder jî anî ziman ku Gun hevalekî bi nirx bû û got: “Ji bo xebatan tim amade bû, ji dil tev li xebatan dibû. Dema em dibêjin hevalê Ehmed rehm, başî û rêhevaltî tê bîra me. Tim mirovekî çêker bû, evîndarê aştiyê bû. Em nikarin qetilkirina wî qebûl bikin, yên ku wî qetil kirine jî lanet dikin. Hevalê Ehmed ji hêla dewletê, bi destê dewletê hate qetilkirin. Ev ne êrişeke ji rêzê ye. Hevalê Ehmed hevalekî pêşeng bû. Ji ber wê bi zanebûn hate qetilkirin.”   MA / Omer Akin