Biryara AYM’ê ya ji bo Can Atalay 2023-12-13 12:05:00   NAVENDA NÛÇEYAN - AYM’ê serlêdana binpêkirinê ya ji bo Can Atalay hatiye kirin sewqî Lijneya Giştî kir.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), ji bo Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay ku girtî ye, biryara binpêkirina maf dabû. Ji ber ku bi biryarê nehate kirin, cara duyemîn serlêdan hate kirin. AYM’ê serlêdan nirxandin û serlêdana binpêkirinê ji Lijneya Giştî re şand. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de wiha hate gotin: “Serlêdana Can Atalay ku di beşa yekemîn de hevdîtin li ser hatibûn kirin bi piraniya dengan sewqî Lijneya Giştî hate kirin.”