Kiliç ê ketiye greva birçîbûnê di danişînê de parastin nekir 2023-12-13 12:08:23   MÊRDÎN/WAN - Hasan Kiliç ê li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê di danişînê de parastin nekir.   Bi sedema teqîna li navçeya Qoserê ya di sala 2016’an de, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê Îsa Nas, Mehmet Tokay û Hasan Kiliç de doz hate vekirin. Danişîna 7’emîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cazayê Giran a Mêrdînê  hat lidarxistin. Mehmet Tokay ji Amedê, Hasan Kiliç jî ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê bi Pargala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Di danişînê de parêzer Azad Yildirim û Erdal Kûzû jî amade bûn. Piştî diyarkirina nasmameyan dozger mutaleya xwe da û xwest her sê girtî werin cezakirin.   Ji girtiyên ku parastina wan hatiye xwestin Hasan Kiliç bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ez dixwazin tecrîda giran a li ser Ocalan were rakirin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan me dest bi greva birçîbûnê kir. Ez tecrîdê şermezar dikim û dixwazim tecrîd were rakirin. Ji ber vê yekê ez ê xwe neparêzim û parastinê nedim."    Piştî îfadeya Kiliç û parastina parêzeran, dadgehê biryara xwe da û doz taloqî 14’ê adara 2024'an kir.    ZEXTA LI SER GIRTIYAN    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên ragirtin jî li ser telefonê bi parêzerên xwe re axivîn û ragihandin ku dê koma duyemîn di 15’ê kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire. Girtiyan anî ziman ku rewşa wan a tenduristiyê baş e û gotin ku heba vîtamînê B1 a wan xwestiye nedane wan û der barê wan de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin.    ÇALAKIYA GIŞTÎ   Koma duyemîn a çalakvanên greva birçîbûnê yên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tên ragirtin jî dan zanîn ku odeya 2 girtiyan hatiye guhertin. Girtiyan diyar kirin ku vîtamîna B1’ê nedane wan, kontrolên tansiyon û tenduristiya wan nayên kirin. Girtiyan, destnîşan kirin ku tevahiya girtiyan rojekê çalakiya negirtina xwarinê li dar xistine û rewş protesto kirine.