Kujerê Hrant Dînk xwest navê xwe weke ‘Alî Eren Karadenîz’ biguherîne 2023-12-13 13:50:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Ogun Samast ê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk qetil kir, di daxwaznameya ku bi daxwaza guhertina navê xwe daye dadgehê de xwest navê xwe weke “Alî Eren Karadenîz” biguherîne. Samast hinceta xwe jî weke “dixwazim bêm jibîrkirin” pêşkeş kir.    Naveroka daxwaznameya Ogun Samast ê beriya 16 salan Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk bi çekê kuşt, ji bo ku navê xwe biguherîne daye dadgehê derket holê.   Samast bi serlêdaneke ku ya duh li Edliyeya Akçabatê kir bû rojev. Samast daxwaznameyek da dadgeha hiqûqê ya têkildar û anî ziman ku di çarçoveya Qanûna Medenî ya Tirk de mafê xwe yê navguhertinê bikarbîne û nav û paşnavê xwe biguherîne.   Samast di daxwaznameya xwe de diyar kir ku dixwaze navê xwe weke “Alî Eren Karadenîz” biguherîne û gotinên “Ez di zarokatiya xwe de tev li bûyereke xeternak bûm. Ji ber vê yekê din ava civakê de zehmetiyan dikişînim. Nikarim rehet bibim, dixwazim werim ji bîr kirin.”