Dedeoglû: Dê Sedat rojnamegeriyê nîşanî wan bide 2023-12-13 15:16:02   ENQERE - Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Tûrgût Dedeoglû: “Bila xwendekarên zanîngeha zanistên ragihandinê vê dirûşmeyê bişopînin. Rojnamegerî çî ye, çawa tê kirin, dê Sedat ji wan re vebêje.”   Danişîna yekem a doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz dê sibê di 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de were lidarxistin. Yilmaz ê di Girtîgeha Sîncanê de tê ragirtin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêvebirinê” tê darizandin. Di îdianameya Yilmaz de seyrangeh, mayîna otele, axaftinên telefonê, malperên ku şopandine, pereyên ser hesaba wî hatine/nehatine razandin, wek sûc hatine hesibandin.    ‘EM LI CEM HEVALÊN XWE NE’   Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Tûrgût Dedeoglû banga tevlîbûna doza rojnamevan Yilmaz kir û bibîr xist ku dema Yilmaz hatiye binçavkirin ji hêla polîsan ve hatiye derbkirin û got: “Dema em li rastiya çîrokê dinêrin em ê bibînin ku ya tê darizandin pîşe (rojnamegerî) ye.”    Dedeoglû di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleteke ku çapemeniya azad didarizîne heye û got: Dixwazin rojnamegerên çapemeniya azad ên ji gel re rastiyê vedibêjin, bidarizînin. Me di doza hevalên xwe yên li Enqereyê dihatin darizandin de jî vê yekê dît. Nêzî saleke di girtîgehê de hewl didin ku wan ‘rast bikin’ lê belê piştre ev doz vala derketin.”    ‘EM LI CEM ÇAPEMENIYA AZAD IN’   Dedeoglû diyar kir ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê “tabloyeke reş e” û da zanîn ku ev rastî ji hêla Yekitiya Ewropayê û rêxistinên çapemeniyê yên li Ewropayê ve tê dîtin. Dedeoglû destnîşan kir ku ew bawer dikin Yilmaz dê di danişîna yekem de were berdan û got: “Ji ber îdianameyeke 44 rûpelî heye û hundirê wê bi temamî vala ye. Dewlet di 40 rûpelan de ji me re rêxistinê vedibêje. Di 40 rûbelan de sûcê Sedat ji me re bêjin da ku em jî bawer bikin ku ew sûcdar e. Em li cem girtiyên Çapemeniya Azad û hemû xebatkarên çapemeniyê ne. Em kefîlên wan in ku ew rojnameger in. Ew ê peywira xwe bidomînin.”   BANGA RÊXISTINÊN ÇAPEMENIYÊ   Di dawiya axaftina xwe de Dedeoglû rêxistinên çapemeniyê û sendîkayan vexwend danişîna sibê ya Yilmaz û wiha axivî: “Rêxistinên çepemeniyê û xwendevanên zanîngehên zanistên ragihandinê bila werin danişînê bişopînin. Rojnamegerî çi ye, çawa tê kirin, bila Sedat ji wan re vebêje. Hevalên me yên din ên rojnamegeriyê çawa ji şandeya dadgehê, dozger û dadgeran vegotibin dê Sedat jî vebêje. Em hêvîdarin ku wê derbikeve û rojnamegeriyê bidomîne.”