Wekîlê berê yê HEP’î Guneş jiyana xwe ji dest da 2023-12-13 15:53:55     AYDIN - Wekîlê berê yê HEP’î Naîf Guneş li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Parlamenterê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ku di 14’ê tîrmeha 1993’yan de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hate girtin ê Sêrtê Naîf Guneş (67) serê vê sibê li Nexweşxaneya Gozdeyê ya Kûşadasi ya Aydinê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Guneş dê li gundê Beykent ê girêdayî navçeya Misirc a Sêrtê were veşartin. Hat ezanîn ku dê cenazeyê Guneş sibê saet di 13.00’an de ji Balafirgeha Êlihê bibin Sêrtê.    Biraziyê Guneş, Yildirim Guneş da zanîn ku apê wî nexweşê şekirê bû û 3 salên dawî nedikarî bi rê ve biçe. Guneş, diyar kir ku beriya 3 hefteyan ji ber apê wî nekarî bêhnê bistîne rakiribûn nexweşxaneyê û li beşa lênerîna awarte dihate dermankirin.