Di hevdîtinên bûdçeyê de AKP’iyan li baxçeyê Meclisê goştê berxikan biraştin 2023-12-13 15:56:09   ENQERE - Parlamenterên AKP’î dema hevdîtinên bûdçeyê didomiyan de li baxçeyê Meclisê goştê berxikan biraştin.    Parlamenterên AKP’î di kêliyên ku hevdîtinên Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an li Lijneya Giştî ya Meclisê didomiyan de li baxçeyê Meclisê kezeb û goştê berxikan biraştin. Parlamentera AKP’ê ya Amedê Sûna Kepoglû Ataman jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî mijarê dîmenek parve kir.