Ozel serdana DEM Partiyê kir: Diyalog dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bê 2023-12-13 16:35:18   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku dê muzakereyên bi DEM Partiyê re bidomin û got: "Em difikirin ku ev diyalog, ev civîn bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bê." Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî got: "Partiyên siyasî pirsgirêkan bi diyalog û muzakereyê çareser dikin."   Li Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serokê Giştî yê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Ozgur Ozel û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tûncer Bakirhan re hevdîtin pêk anîn. Piştî civînê civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin.   Bakirhanê ku ewil axivî, da zanîn ku di hevdîtinê de li ser gelek krîzên li Tirkiyeyê û çareserkirina wan axivîn. Bakirhan got: “Weke hûn jî dizanin, partiya me timî tiştekî tîne ziman: Muxalefet û partiyên siyasî pirsgirêkan bi diyalog û muzakereyê çareser dikin. Di vê heyamê de ku em rastî gelek pirsgirêkan tên, pêwîstiya aliyên omuxalefetê zêdetir bi danûstandin û diyalogê heye. Hêvîdar im di rojên pêş de aliyên siyasî yên Tirkiyê li ser berfirehkirina proseya diyalog û danûstandinan berdewam bin. Em xêrhatina wan dikin."    ‘DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN'   Ozel jî diyar kir ku dê hevdîtinên wan bidomin û got: “Em wisa difikirin ku ev diyalog, ev hevdîtin dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bên. Ez careke din li ser navê Partiya Komarê yê Gel spasiya hemû siyasetmedarên ku li Navenda Giştî ya DEM Partiyê em pêşwazî kirin, dikim."   Piştî Ozel Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllariyê jî anî ziman ku di hevdîtinê de li ser krîza demokrasiyê axivîne.