ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-14 09:00:09   * Dayikên girtiyan bang li her kesî kirin ku bibin dengê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û gotin: "Daxwazên wan daxwazên me ne. Heke birêz Ocalan nebe em jî tune ne."    * Rêvebera Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş ku têkildarî bêtehemuliya li dijî zimanê kurdî axivî, diyar kir ku sed sal in ev polîtîkayên bişaftinê tên meşandin û got: “Armanc tunekirina nasnameyekê, neteweyekê ye.”   * Ferat-Der ku li Semsûrê ji ber erdhejê navber dabû xebatên xwe, piştî demekê li Semsûrê perwerdhiya zimanê kurdî da destpêkirin.     * Li DEM Partiyê ji bo dawîbûna serlêdanên bernamzetiya hilbijartinên xwecihî, hefteyek maye. Li Şirnexê Hevberdevka Komîsyona Qebûlkirina Serlêdanan Siyajîn Bûrûmtekîn diyar kir ku heta niha zêdetirî 150 kesî serî li wan dane û got ku dê ev hejmar zêde bibe.    * Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îş a Mêrsînê Kemal Goksoy diyar kir ku sendîka û kardêrên xwedî raye yên di nava Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn de kedkaran temsîl nakin û got: "Ev komîsyon ji karkeran re dibêje 'hikûmet çi bêje em ê wê bikin.'"   * Danişîna doza rojnameger Sedat Yilmaz dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)   * Danişîna 45’an a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Delegasyona Jinan a Navneteweyî dê serdanên xwe yên li Amedê bidomîne. (10.00-17.00)   * Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene û Stenbolê bidome. (11.00-17.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê biçin şîna rêveberê DEM Partiya Sêgirkê Ahmet Gun ku hatibû qetilkirin û piştre jî bi wesîleya salvegera qedexeyên derketina derve dê li Cizîrê daxuyaniyê bidin. (11.00-15.00)   * Cîgira Hevserokê ji Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Berpirsyar Sevtap Akdag Karahali dê têkildarî kêmtirîn mûçeyê li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (11.00)   * Hevdîtinên bûdçeyê yên sala 2024’an li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin. (11.00)   * Şaxên OHD û ÎHD’ê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Bandirmayê li avahiya Şaxa ÎHD’ê daxuyaniyê bidin. (11.00)   * Çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê di roja 18’an de didome. (13.00)   * Danişîna doza xebatkarê Kovara Demokratîk Modernîteyê Ramazan Dişari dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Tekîrdagê bê lidarxistin. (14.20)   * ÎHD, ATO, OHD û ÇHD dê li Eywana Konferansan a TTB’ê bi sernavê “Li girtîgehên bi ewlekariya bilind û bi tîpa S’ê sê aliyên tecrîdê” panelekê li dar bixin. (18.00)