‘Armanc tunekirina neteweyekê ye’ 2023-12-14 09:00:57   AMED - Rêvebera Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş ku têkildarî bêtehemûliya li dijî zimanê kurdî axivî, diyar kir ku sed sal in ev polîtîkayên bişavtinê tên meşandin û got: “Armanc tunekirina nasnameyekê, neteweyekê ye.”   Zimanê kurdî bi giştî zimanê zêdetirî 50 milyon kurdan e, bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû ye. Di sedsala 21’emîn de hêj jî heman polîtîka tên meşandin û tabelayên bi kurdî tên rakirin, di nava saziyên dewletê de nayê bikaranîn û di parlementoya Tirkiyeyê de weke “zimanê nediyar” tê pênasekirin. Li dijî vê yekê sazî û dezgehên kurdî bi xebat û sekna xwe li ber xwe didin, rê nadin ku zimanê kurdî winda bibe.    Rêvebera Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaşê bertek nîşanî bêtehemuliya li dijî zimanê kurdî tê kirin da.   Rêvebera Enstîtuya Kurdî ya Amedê Mîne Karakaş   ‘ARMANC TUNEKIRINA NETEWEYEKÊ YE’   Karakaşê anî ziman ku zimanê kurdî ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha tê înkarkirin û bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû dimîne. Karakaşê diyar kir ku înkarkirina zimanekî înkarkirina gel, çand û dîrokekê ye. Karakaşê da zanîn ku ne tenê zimanek tê înkarkirin, di heman demê de nasnameya gelekî jî tê înkarkirin û wiha got: “Ev tiştên tên kirin ne tiştekî nû ye, lewre tabela rakirin jî ne tiştekî nû ye. Bi hatina qeyûman û KHK’yan gelek saziyên kurdî jî hatin girtin. Navên kuçe û kolanan hatin guhertin, tabelayên dikandaran hatin daxistin û gelê kurd ên li bajarên Tirkiyeyê dijîn nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Gava zimanê xwe diaxivin û stranan dibêjin bi êrîşan re rû bi rû dimîn, tên kuştin. Lewma mesele ne tenê tabela daxistin an jî guhertina navên gund û bajaran nîne, armanca wan tunekirina hişmendiyekê û nasnameyekê ye. Aramanca wan tunekirina netewekê ye.”   ‘GEL JÎ BERTEK NÎŞAN DIDE’   Karakaşê diyar kir ku çiqas êriş li ser zimanê kurdî hebin jî, bi qasî van êrişan tekoşînek jî heye. Karakaşê bi lêv kir ku gelek saziyên me hene ku li ser kurdî dixebitin û tekoşîn didin. Karakaşê anî ziman ku ev kiryarên li dijî kurdî rastî bertekên gel jî tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev nêzîkbûna li dijî kurdî tiştekî bê qebûlkirin nîne, lewma gel jî bertek nîşan dide. Kurd hene, kurdî heye û mafê zarokên kurdan ê bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin heye. Ev mafekî bingehîn ê mirovahiyê ye û tu kes nikare vê yekê înkar bike. Bi qasî ji destê me tê, heta zêdetir em ê li dijî van kiryaran tekoşînê bikin. Em nahêlin zimanê me tune bibe û wê dê li dijî bişaftinê jî her tim tekoşîna me hebe.”   ‘BI ZAROKÊN XWE RE KURDÎ BIAXIVIN’   Karakaşê banga xwedîderketina li zimanê kurdî kir û anî ziman ku divê gelê kurd jî li kuçe û kolanan, di malên xwe de bi zimanê xwe biaxive. Karakaşê diyar kir ku divê danûstandin jî bi kurdî bê kirin û bi bîr xist ku heke wisa neyê kirin dê tabela jî bên daxistin, navên gund û kuçeyan jî bên guherandin. Karakaş anî ziman ku divê li dijî van kiryaran kurd bi zimanê xwe bijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li parlementoyê jî zimanê kurdî tê înkarkirin û weke zimaneke nediyar tê nîşandan. Gava em lê dinêrin li nav sînorên Tirkiyeyê, li herêma Kurdistanê zêdetirî 20 milyon kurd dijîn. Heke zimanê kurdî neyê naskirin, tê vê wateyê ku 20 milyon kurd jî nayê naskirin. Banga me ji gelê me ew e ku bila her malekê weke dibistanekê bi kar bînin û bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Daxwaza me yên weke saziyên ziman jî, divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Bi vî awayî ji bişaftinê jî xelas dibe.”   MA / Bazîd Evren