Li Şirnexê serlêdanên li DEM Partiyê zêde dibin 2023-12-14 09:01:58 ŞIRNEX - Li DEM Partiyê ji bo bidawîbûna serlêdanên bernamzetiya hilbijartinên xwecihî, hefteyek ma ye. Hevberdevka Komîsyona Qebûlkirina Serlêdanan a Şirnexê Siyajîn Bûrûmtekîn diyar kir ku heta niha zêdetirî 150 kesî serî li komîsyona wan dane û got ku dê ev hejmar zêde bibe.  Hevberdevka Komîsyonê Siyajîn Bûrûmtekîn Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li aliyekî xebatên hilbijartinên xwecihî dimeşîne û ji aliyê din ve jî ji bo bernamzetiyê serlêdanan qebûl dike. Serlêdanên bernamzetiyê ku dê di 20'ê kanûnê bi dawî bibin, li Komîsyona Qebûlkirina Serlêdanan a li DEM Partî ya Şirnexê tên kirin.    Hevberdevka Komîsyonê Siyajîn Bûrûmtekînê diyar kir ku ew di pêvajoya diyarkirina komîsyonê de ku girîngiyê didin temsîliyeta wekhev a hemû dînamîkên civakê û got ku di vî warî de komîsyoneke ji 20 kesan pêk tê ava kirine. Bûrûmtekînê destnîşan kir ku di avakirina komîsyonê de girîngî dane şefafîbûn û bêalîbûnê û destnîşan kir ku di heman demê de wan teqez kiriye ku xizmên pileya yekem û duyemîn ên kesên di komîsyonê de cih girtine nikarin bibin namzet.    ‘DÊ SERLÊDAN ZÊDE BIBIN'   Bûrûmtekînê diyar kir ku komîsyon her roj ji saet 09.00’ê sibehê heta 17.00’ê êvarê li avahiya partiyê serlêdanan qebûl dike û wiha got: “Heta niha zêdetirî 150 kesî serî li me daye. Di van serlêdanan de beşdariyeke xurt a hevalên ciwan û jin heye. Ji hemî derdorêm civakê serlêdan hene. Nêzîkî hefteyek maye ku heyama serlêdanê bi dawî bibe. Em wiha difikirin ku dê van rojan serlêdan zêdetir bibin."    ‘EM Ê BIXEBITIN'   Bûrûmtekînê ku got "Dê di demeke nêz de hilbijartin çêbibe û em ê rêveberiyên xwecihî yên bajarên xwe diyar bikin" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo em car din rêveberiyên xwe yên xwecihî bi dest bixin û car din kuçe û kolanên xwe sererast bikin em li bendê hevalên xwe yên dilxwaz in. Berê bi sedan hevalên me yên di şaredariyê de ji kar hatibûn avêtin û qeyûman hewl da wechê bajarên me biguherînin. Em bang li her kesî dikin ku bi xurtî li dora partiya xwe bibin yek û bi namzedên xwe yên hilbijartî re bixebitin da ku em wê wêraniya ku wan kiriye ji holê rakin û xizmeteke baş ji gelê xwe re bikin. Ên li vî bajarî dijîn em in û ji bo li vî bajarî gotina me derbasdar be, em ê heta dawiyê bixebitin."