Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin 2023-12-14 09:42:49   STENBOL - Endama Delegasyona Jinan a Navneteweyî Cristina Gar Garés diyar ki ku dê têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din raporekê amade bikin û bi saziyên navneteweyî re parve bikin.    Şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ku ji 7 jinan pêk tê û jinên hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ji welatên cuda yên Ewropayê di nav de ne, ji bo hevdîtinan di 9’ê kanûnê de hatin Tirkiyeyê. Di serî de Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike, çû serdana gelek rêxistinên civaka sivîl. Serdanên şandeyê didomin.    Ji endamên şandeyê û Rêvebera Observatorio de Drets Penals (Navenda Çavdêriyê ya li Dijî Îşkenceyê) ku xebatên xwe li herêma Katalonyayê ya Spanyayê didomîne Cristina Garés têkildarî serdanan ji MA’yê re axivî.   Cristina Garés   ‘TECRÎDEKE GIRAN HEYE’   Cristina Garés, diyar kir ku tecrîd û îzolasyona li ser Abdullah Ocalan ji hêla peyman û rêkeftinên nvaneteweyî binpêkirineke maf a giran e. Garés, biryara binpêkirinê ya DMME’yê bi bîr xist û wiha got: “DMME’yê di 18’ê adara 2014’an de têkildarî ragirtina Abdullah Ocalan heta dawiya emrê xwe weke ‘îşkence’ pênase kir. Her wiha ji ber tecrîdê Tirkiye şermezar kir. Her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, CPT û NY’yê jî pêşniyar kirin lê Tirkiyeyê guh neda. Rewşa li Îmraliyê, binpêkirineke giran a mafên mirovan e. Divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere.”    ‘DIVÊ KE ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE’   Bi domdarî Garés anî ziman ku divê Parlamentoya Ewropayê (PE) û Konseya Ewropayê (KE) zextê li Tirkiyeyê bikin û ev tişt anî ziman: “Heke Tirkiye bi van hişyariyan neke jî divê sepanan lê ferz bikin. Divê PE di mijara tecrîdê de xwedî seknekî zelal be. Lê mixabin heta niha tiştekî wisa nekirine û di van mijaran de tenê pêşniyaran dikin. Anku Tirkiyeyê nadin zorê. Ev sazî tenê weke nav hene û ji hêla hêzên navneteweyî ve hatine bêbandorkirin. Sedema bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî tecrîdê jî aborî û berjewendiyên wan in.”    Garés, da zanîn ku CPT jî bi heman sedeman peywira xwe bi cih nayîne û wiha pê de çû: “Rapora xwe ya serdana dawî parve nekir. Li gorî xala 10’an a CPT’ê; divê rapora xwe ya piştî serdanê bi raya giştî re parve bike. Lê li gorî heman xalê divê ew welat destûrê bide û rapor wisa bê parvekirin. Her wiha dibêje ku CPT dikare 4 salan rapora xwe bide sekinandin. Lê ya girîng ev e; gelo CPT ji ber tecrîd û rewşa agahînegirtinê rewşa Abdullah Ocalan weke rewşeke îstîsnaî dibîne yan na. Anku li vir inyet û meyla CPT’ê girîng e.    ‘MALBAT RASTÎ BINPÊKIRINA MAF TÊ’   Garés, got ku ji ber tecrîda giran ne tenê Abdullah Ocalan di heman demê de malbata wî jî rastî binpêkirina maf tê û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku mafê malbatê jî yê hevdîtinê heye. Ev maf li tevahiya welatan bi makeqanûnan hatine mîsogerkirin. Em ê di çarçoveya çavdêrî û agahiyan de raporekê amade bikin. Em ê raporê radestî CPT’yê bikin da ku li dijî tecrîdê bikevin nava hewldanan. Her wiha em ê bidin Rêxistina Cîhanê ya li Dijî Îşkenceyê (OMCT) û Raportorê Taybet ê Mafên Mirovan a NY’ê. Heke ev sazî qebûl bikin ku raporên me li ser malperên xwe parve bikin dê baş bibe. Em hewl didin raya giştî ji tecrîda li Îmraliyê haydar be û di vê mijarê de hestiyariyekê ava bikin.”    MA / Esra Solîn Dal