DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê 2023-12-14 10:12:35   ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê di 17’ê kanûnê de kongreyê li dar bixe. Rêveberên partiyê banga tevlibûnê kirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê dê Kongreya  Awarte di 17’ê kanûnê saet 12.00’an de li Eywana Fûar a Celal Atîk li dar bixe. Kongre dê bi dirûşma “Em xwe birêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” were lidarxistin û Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî dê tev li kongreyê bibe.   Di kongreye de dê di mijarên weke tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê ya li girtîgehan û polîtîkayên dema pêş de peyam bên dayîn. Partiyiyan ji bo kongreyê banga tevlibûnê kirin.    Endama Komîsyona Kongreyê ya Dem Partiyê Hacay Yilmaz destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke giran de kongreyê li dar dixin û wiha axivî: “Em di ferqa bepirsyartiyên xwe de ne û bi vî awayî kongreyê li dar dixin. Em pê bawer in ku dê kongreya me bi coşa çareserkirina pirsgirêkan, derbas bibe. Di serî de divê em li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan deng derbixin. Ji ber muxatabê pirsgirêkê bi qasî ku di bin tecrîde de be, em ê di nava şert û mercên derveyî demokratîk de bijîn. Girtiyam dest bi çalakiyên grevên birçîbûnê kirine. Divê em ji bo qebûlkirina daxwazên wan deng derbixin. Em ê kongreya xwe ya Îzmîrê, bi berpirsyarî, coş û bi kelecan li dar bixin. Em her kesî vedixwînin kongreya xwe."    Rêveberê Bajêr ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahsûm Koç jî bal kişand ser girîngiya kongreyê û anî ziman ku ew di pêvajoyeke ku polîtîkayên qirêj li ser partiya wan tê meşandin de, kongreya xwe li dar dixin. Koç destnîşan kir ku ew ê li dijî dozên girtinan û zextên li ser partiya wan tên meşandin, kongreye bi bersivdayîneke xurt li dar bixin. Koç banga tevlibûna kongreyê kir.