Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin? 2023-12-14 10:17:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku navê Şêx Seîd di sala 2011’an di serdema BDP’ê de li bûlwara Amedê hatiye kirin.    Hat îdiakirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) navê Şêx Seîd li bûlwarekê kiriye û nîqaşên ji ber vê mijarê desptêkikrin didomin. Rêveberiya qeyûm têkildarî mijarê daxuyanî nedane. Derket holê ku navê Şêx Seîd di serdema Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de li bûlwarê hatiye kirin.    Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û belgeyên têkildarî dema navê Şêx Seîd li bûlwarê hatiye kirin parve kir. Aydin, got ku têkildarî dema navê Şêx Seîd li bûlwarê hatiye kirin bi zanebûn agahiyên xelet tên parvekirin.    Aydin, di parvekirina xwe de wiha got: “Navê bûlwarê li gel 60 cihên dê bihatina vekirin, di 29/11/2011’ê de bi biryara meclisa DBB’ê di serdema Osman Baydemîr de lê hate kirin. Di 12/18/2014’an bi biryara hejmar 241 a meclisa şaredariyê re navê Qada Deriyê Çiyê ya berê weke ‘Qada Şêx Seîd’ hate guherandin. Wê demê jî Hevşaredarên DBB’ê Gultan Kişanak û Firat Anli bûn.”    'KURD TÊN DARIZANDIN, REJÎM LI PEY RANTÊ YE’    Aydin, da zanîn ku ji ber biryarên her du meclisên şaredariyê, derheqê hevşaredarên demê û hinek serokên daîreyan de doz hatine vekirin û wiha domand: “Wezîrê Karên Hundir ê demê Efkan Ala destûra lêpirsînê erê kir. Ji ber vê mijarê, li dijî bîranîna Şêx Seîd êrişên derexlaqî tên kirin û daxuyaniyê nerast tên parvekkirin. Bi nêzbûna hilbijartinê re vê mijarê weke amûrekî rantê bi kar tînin ku ev yek cihê şermekî mezin e. Gelê kurd dê di dem û cihê guncav de berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. Ev mijar, yek ji mînakên herî şênber a nêzikatiya cotstandartî ya rejîm û darazê ya li dijî şaredariyên kurd e. Gelê kurd ji ber navê Şêx Seîd tên darizandin lê rejîm hewl dide li ser vî navî rantê bixwe. 'Saeta xerab jî rojê du caran rastiyê nîşan dide.’”