Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge 2023-12-14 10:41:11   COLEMÊRG - Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Dilgeş Yaşar diyar kir ku mimkin nîne ew tecrîdê weke tiştekî asayî bibînin û got ku ji bo heqîqetê çalakiya herî mezin derxistina deng e.    Girtiyê bi navê Dilgeş Yaşar, li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê tê ragirtin û 8 sal girtî ye. Yaşar, tev li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin bû. Yaşar, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û têkildarî çalakiyê axivî.    Yaşar, diyar kir ku bi giranbûna tecrîda li Îmraliyê re mercên wan ên li girtîgehan jî nebaştir bûne û wiha got: “Mimkin nîne ku em tecrîdê weke tiştekî asayî bibînin. Ev bû 3 sal em tu agahiyan ji rêberê xwe nagirin. Li tu deverekê cîhanê sepaneke wiha ya tecrîdê nîne.”    Bi domdarî Yaşar anî ziman ku tecrîd sûc e û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet, bênavber sûcê tecrîdê dike. Li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê, me jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kir. Ji bo heqîqetê çalakiya herî mezin, derxistina deng e. Divê gelê me ji her carê zêdetir bikeve nava tevgerê û xwedî li vê çalakiyê derkeve. Divê kesên bêdengbûnê tercîh dikin jî bên hişyarkirin.”