Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da 2023-12-14 14:03:01   ENQERE - Parlamenterê Partiya Saadetê Hasan Bîtmez ê di kêliya hevdîtinên budçeyê de diaxivî û piştî aciz bûbû û rakiribûn servîsa venêrîna awarte, jiyana xwe ji dest da.    Parlamentere Partiya Saadetê yê Kocaeliyê Hasan Bîtmez dema ku di hevdîtinên budçeyê de diaxivî, aloz bû û rakirin nexweşxaneyê. Bîtmez jiyana xwe ji dest da.    Dema Bîtmez diaxivî, aciz bû û tîma tenduristiyê ya Meclisê mudaxileya ewil kir û Bîtmez rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkent’ê. Tevî hemû mudaxileyan jî Bîtmez baş nebû û bi entubekirinê anîn Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkenta Enqereyê. Bîtmez di servîsa venêrîna awarte de hate anjiyokirin û bi pompeya cerg û dil ve hate girêdan. Tevî hemû hewldanan Bîtmez nehat xelaskirin.    Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, agahiya mirina Bîtmez parve kir û navber da rûniştina Meclisê.