Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e 2023-12-14 14:55:41   SAKARYA - Girtiyê nexweş Mehmet Bayram ji sedî 97 astengdar e û krîza dil derbas kir. Malbata Bayram banga berdanê kir.     Girtiyê bi navê Mehmet Bayram (75) ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Sakaryayê tê ragirtin, nexweşê diyalîzê ye, rapora wî ya ji sedî 97 astengdar e heye û di 10 kanûnê de krîza dil derbas kiribû. Bayram di girtîgehê de ji ser hemdê xwe çû û bi kursiya biteker rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sakaryayê. Bayram piştre dîsa birin girtîgehê.    Hevjîna Bayram, Munevver Bayram der barê Bayram de axivî û anî ziman ku ew ji rewşa tendurisî ya Bayram biguman in. Bayram, da zanîn ku hevjînê wê bi saya hewldanên hevalên wî rakirine nexweşxaneyê û ev tişt anî ziman: "Beyî ku tiştekî bikin 6 saetan di girtîgehê de wî didin sekinandin. Beyî ku pêlav an jî şimikekê bêxin piyên wî di nava nexweşxaneyê de digerînin. Li nexweşxaneyê tiştekî li wî nakin û dîsa vedigerînin girtîgehê.  Ji 12’ê kanûnê heta niha singê wî diêşe û pirsgirêka krîza dil dijî."    ‘REWŞA WÎ GIRAN E’   Di berdewama axaftina xwe de Bayram da zanîn ku ji ber rewşa hevjînê wê giran e, der barê wî de biryara anjiyoyê hatiye dayîn û wiha pê de çû: "Di 12’ê kanûnê de hate muayenekirin. Ne diyar e bê ka dê kengî anjiyo bibe.  Rewşa wî giran e. Berî ku bibin nexwşexaneyê 7-8 saetan wî birçî dihêlin. Bijîşk gotibû ku dema anjiyo bû, dibe ku jiyana xwe ji dest bide. Di nava hefteyê de 3 rojan wî dibin diyalîzê. Di 5’ê kanûnê de wî dibin nexwşxaneyê, ji ber dor nehatiye heya saet 20.00 birçî hatiye hiştin. Bêyî ku bikeve diyalîzê, ew vegerandin girtîgehê. 75 salî ye û ji ber nexweşiyên xwe, laşê wî lewaz bûye. Dîsa di 6’ê kanûnê de rewşa wî giran bû û rakirin servîsa lezgîn. Heke bi vî awayî berdewam bike dê jiyana xwe ji dest bide.” Bayram, xwest ku hevjînê wê ji serbestiya bikontrol sûd bigire û înfaza wî were taloqkirin."    JI BO DERMANKIRINÊ DIVÊ BÊ BERDAN   Kurê Mehmet Bayram jî da zanîn ku wî di 12’ê kanûnê de bi bavê xwe re hevdîtin kiriye û wiha pê de çû: "Rewşa bavê min gelek giran e. Bi enfeksiyoneke herî biçûk dibe ku jiyana xwe ji dest bide. Ji bo ku bikare sûdê ji berdana bi kontrola edlî bigire û înfaza wî were taloqkirin me serlêdan kir. Ji bo bavê min were dermankirin divê demildest were berdan."    DER BARÊ MEHMET BAYRAM DE   Mehmet Bayram, di sala 2016’an de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê girt. Bayram, ji ber vê yekê 2 sal û 2 mehan di girtîgehê de ma û di meha mijdara 2019’an de hate berdan. Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê Bayram erê kir, di 30’ê mijdarê de careke din Bayram hate girtin. Nexweşiyên gurçik û dil ên Bayram hene û herwiha Bayram tedawiya penceşêrê jî dibîne.