Kavilên erdhejê dirijînin nava goristanê! 2023-12-15 09:01:21   SEMSÛR- Kavilên avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyan li Goristana Karapinarê ku kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan lê hatine veşartin, tên rijandin. Ji mexdûrên erdhejê Alîcan Yilmaz bertek nîşanî vê da û got ku dema ew wan kavilan dibînin roja erdhejê tê bîra wan.    Yek jî bajarên herî zêde di erdhejên 6'ê sibatê yên Mereşê de bandor bibû Semsûr bû. Li Semsûrê li gorî daneyên fermî zêdeyî 11 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 953 avahî hilweşiyan. Li Semsûra ku ji ber erdhejê zirareke mezin dît, ji bo 20 hezar avahiyan bi lezgînî biryara hilweşandinê hat dayîn. Li bajarê ku hê xebatên hilweşandinê neqediyane, kavilên gelek avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyane, piştî 11 mehan jî nehatine rakirin. Kavilên ku ji bermahiyên avahiyên hilweşiyayî jî li çemê li rex Goristana Karapinar hatin rijandin. Piştî çem ji kavilan tije bû vê carê kavil li nava goristanê tên rijandin.   Goristana ku bi sedan kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn lê hatin definkirin jî bû "sergoyê" kavilên erdhejê. Kavilên ku li kêleka goristanan hatine rijandin, li bara mexdûrên erdhejê yên ku diçin goristanê bûn cihê bertekan. Alîcan Yilmaz ê ku di erdhejê de 25 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane bertek nîşanî xirbeyên ku di nava goristanê de hatine rijandin da û got ku bi dîtina kavilan re em careke din erdhejê hîs dikin. 'ME DÎSA DIBIN WÊ ROJÊ'   Yilmaz anî ziman ku 16 xizmên wan li goristana ku kavilê lê hatine rijandin hatine definkirin û wiha got: “Kavilên ku xizmên me di bin de jiyana xwe ji dest dane li kêleka wan dirijînin. Ev yek careke din me diêşîne. Dema em tên vir, em bi toza bermayiyan re rû bi rû dimînin. Ji ber dûmanê em nikarin nefesê bistînin. Jixwe ji ber ku me di erdhejê de xizmên xwe winda kirin em nikarinê bêhnê bistînin li ser vê yekê jî em careke din diçin roja erdhejê. Di dema erdhejê de ne alîkarî û ne jî maşîn hebûn ku xizmên me di bin xirbeyan de rizgar bikin. Em bêçare li ber xirbeyên xwe sekinîn. Niha jî xirbeyên ku xizmên me di bin de manê tînin li rex wan dirijînin. Dema em wê dibînin, em dîsa vedigerin wê rojê."   MA / Mahmût Altintaş