Parêzerê rojnameger Ehmed ê 52 roj in agahî jê nayê girtin: Ya tê kirin sûc e 2023-12-15 09:04:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê rojnameger Silêman Ehmed ê ku 52 roj in agahî jê nayê standin, da zanîn ku asayîşa PDK’ê sûc dike û got: "Gumanên me hene. Tevî hemû serlêdanên me jî, nahêlin hevdîtinê pê re bikin. Ev tişta ku tê kirin sûc e.”   Rojnameger û edîtorê beşa erebî ya RojNewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest di Deriyê Sînor ê Sêmalkayê re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ji wê çaxê heya niha, 52 roj in, agahî jê nayê girtin. Parezera Ehmed, Nerîman Ehmed der barê rewşa muwekîlê xwe ya dawî de axivî.    ‘ASAYÎŞ DESTÛR NADE KU BIBINÎN’    Ehmed bi lêv kir ku Asayîşa PDK’ê destûra hevdîtina bi muwekîlê wî Ehmed re nade û wiha axivî: "Agahiyeke nû di destê me de nîn e. Lêbelê beriya niha PDK’ê bi xwe ragihandibû ku Silêman di destê wan de ye. Li asayîşa Dihokê tê girtin. Çend car in ku hewldayinên me çêbûne ku çend parezer çûn serdana asayişê kirin. Me bi xwe jî çend caran serlêdan kiriye ku hevdîtinê pê re bikin û naveroka dosyeya wî bizanibin. Lê asayîş rê nade."   ‘ASAYÎŞ NAHÊLE KU EM WÎ BIBÎNÍN’    Ehmed di berdewamê de got ku Asayîşa Dihokê dijî zagonên Iraqê tevdigere û got: "Li gorî qanûnên Iraqê keseke ku di binçavan de dimîne diyar e dê çi qas bimîne. Heta ku lêkolîn der heqê kesê ku hatiye binçavkirin de xelas dibin dikarin wan di binçavan de bihêlin û piştre jî bişinin dadgehê. Ji bo ku di dadgehên taybet de bên darizandin lêkolîn dikin. Lê ev li dijî zagonan kar dikin. Ew tişta ku dikin tev li dijî qanûnê ye. Li gorî qanûnên Iraqê kesê ku tê binçabkirin divê ku di nava 24 saetan de hevdîtinê bi parezerên xwe re bike. Ev mafê wî heye. Tişta ku îro asayişa Dihokê dike tev jî dijî qanûnê ne. Gumanên me hene. Heta niha jî me tu agahî nestandine. Me çiqasî serlêdan kiribe jî nahêlin ku bibînin. Ev tişta ku tê kirin sûc e.”   MA / Zeynep Dûrgût