Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe 2023-12-15 09:54:11   AMED - “Dîroka” restorasyona avahiyên tescîlkirî yên li taxên Sûrê ku di dema qedexeyên derketina kolanan de hatibûn hilweşandin bi dawî bûye lê hêj jî didome. Ji xwediyên milk Sedat Aydin ku ji bo Sûrê dibêje “nasnameya min e”, ev 8 sal in ji bo mala xwe têdikoşe.    Navçeya Sûr a Amedê di Lîsteya Mîrasên Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digire. Di kanûna sala 2015’an de li navçeya qedexeya derketina derve hate ragihandin û bi ser re 8 sal derbas bûn. Taxên Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz diketin ber qedexeyê û bi hilweşandina piştî qedexeyê hatiye destpêkirin re li holê ne kolanek û ne jî taxek ma ye.    RESTORASYONA KU XELAS NABE!   Dêra dîrokî, mizgeft, qonax û hemam jî di nav de herî kêm 4 hezar avahî hatin hilweşandin. Li şûna wan jî malên yektîp û yekreng ên bi têlan hatine dorpêçkirin ku hewşên wan li hev dinêrin û mîmariya wan mîna ya girtîgehan hatin avakirin. Kargehên behsa xeberê pêşkeşî sermayedaran û mal jî pêşkeşî weqf û komeleyên nêzî AKP-MHP û HUDA-PAR’ê hatin kirin.    Xelkê Sûrê yê ku bi darê zorê ji cihên xwe hatine kirin jî hatin mexdûrkirin. Ji bo zêdetirî 5 hezar malbatan jî bi bedela milkên wan çendek vebijêrk hatin pêşkeşkirin. Ji malbatan re hate gotin ku yan bi bedela milkên xwe pereyan bigirin yan jî avahiyên TOKÎ’yê yên nû hatine çêkirin bigirin ku ew jî bi şertê deyn dê bên dayîn. Hinek malbatên ku derfetên wan hebûn di avahiyên nû de bi cih bûn lê malbatên ku hem cihê wan ê mayînê tune bû û hêza wan bi têr nedikir ku avahiyên nû bikirin jî neçar man ku biçin avahiyên TOKÎ’yê.    Li 6 taxên hatine hilweşandin tenê li avahiyên tescîlkirî dest bi restorasyonê kirin. Têkildarî hejmara van avahiyan agahiyên zelal tune ne. Li herêma behsa xeberê nêzî 20 şîrket tev li xebatên restorekirinê bûne. Di gelemperiya tabelayên ku agahiyên têkildarî peymanê tê de hene yên li cihên înşaetan dîroka bidawîbûna restorasyonê weke 2020,2021 û 2022 hatiye destnîşankirin. Lê tevî vê yekê jî xebatên li ser bi dehan avahiyên tescîlkirî hêj jî didomin.  NEDIYARÎ DIDOME   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, dê xebatên restorasyonê heta dawiya sala 2025’an bidomin. Tê îdiakirin ku piştî ev xebat bi dawî bûn, dê ev avahiyên tescîlkirî bi bedela fiyetên biha radestî xwediyên milk bên kirin.    Tevî nediyariya heyî jî gelek malbatên Sûrê ji bo dîsa li malên xwe yên lê ji dayik bûne û tê de mezin bûne vegerin, têdikoşin. Hinek malbat hema hema her roj berê xwe didin Sûrê û xebatên restorasyonê dişopînin.    JI BO MALÊN XWE LI BER XWE DIDIN   Yek ji van malbata jî malbata Aydin e. Nêzî 20 endamên malbatê hene û di roja 10’emîn a qedexeyê de neçar dimînin ku Sûrê biterikînin. Bi hêviya ku dê qedexe di demekî kin de bi dawî bibe, tevahiya endamên malbatê bi hev re dijiyan. Lê ji ber ku qedexe bi sala domiya, malbat ji hev parçe bû. Her yek ji birayan neçar man ku koçî navçeyeke cuda ya Amedê bibe. Lê belê dev ji mala xwe ya tescîlkirî bernedan.  ’SÛR NASNAMEYA MIN E’   Ji endamên malbatê Sedat Aydin sedema vê israrê wiha vedibêje: “Sûr û mala min, nasnameya min e.” Dema Aydin qala pêvajoya qedexeyan dike, xemgîn dibe û gotinên wî di qirika wî de dimînin. Aydin, wiha dom kir: “Dema qedexe hatî ragîhandîn, min heta 2-3 rojan nekarî bêm mala xwe. Zarokên min di nava qedexeyê de diman. Gelek caran bi hinceta ‘îxbar heye’ bi ser mala me de girtin. Li hundirê mala me lêgerîn dikirin û heqaret dikirin. Piştî ku Tahir Elçî jiyana xwe ji dest dayî, ev der mîna girtîgehên servekirî bûbûn. Piştre jî tu kesekî pêşiya xwe nedît. Û ev pêvajoya tarî dest pê kir.”    Di berdewamê de Aydin got ku dema neçar man ku malên xwe biterikînin, rastî miameleyeke dermirovî hatine û ev tişt anî ziman: “Piştî ku şer û pevçûn bi dawî bûn, di adarê (2016) de me serlêdan kir. Piştre gotin ‘dê kesê pispor were lê binêre û zirarê tespît bike.’ Em piştî qedexeyê hatin pêş û me dît ku wêran bûye.”    ÊŞEKE KU NAYÊ VEGOTIN   Aydin, dibêje ku dema bajar û mala xwe ya lê ji dayik bûbû û mezin bûbû di wî halî de dîtî, êşeke ku nema dikare vebêje belavî laşê wî bûye û wiha got: “Mirov nikare vê êşê bi gotinan vebêje. Çavên mirov tije dibin.”    ‘DIXWAZIN BIYANÎ BIKIN’    Di berdewamê de Aydin destnîşan kir ku ji bo dîsa vegere Sûrê gelek caran serî li qeymeqamtiyê dane lê bersiveke erênî ji wan re nehatiye dayîn. Aydin, bi lêv kir ku li şûna deverên dîrokî yên Sûrê, avahiyên ku tu eleqeya wan bi çanda Sûrê nînin hatine avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me çavên xwe li van kolanan vekirin. Em li van kolanan mezin bûn. Cîrantiya li Sûrê, jiyana civakî ya li vê derê pir cuda ye. Dema em îro niha li van kolanan digerin, tu kes silav jî nade. Cîran hevdu nas nakin. Xelkê Sûrê mîna malbatekê bû. Hemû kesî hay ji êşa hev hebû, alîkarî didan hev. Hemû kesî hev nas dikir. Xelkê Sûrê di navbera xwe de birêxistinkirî bû. Sedema vê rewşa heyî, tunekirina wê çandê bû. Dixwazin xelkê vê derê bikin biyaniyên hev.”    BANG LI SERMAYEDARAN KIR: VÊ EYBÊ NEKIN    Aydin, avahiyên nû hatine çêkirine weke “şerm” pênase kir û bertek nîşanî sermayedarên li avahiyên nû bicih bûne da. Aydin, axaftina xwe wiha qedand: “Xelkê vî bajarî, esnafên vî bajarî tên van tiştan dikin. Di esasê xwe de şerma herî mezin ev e. Banga me ya ji bo wan ev e; pêşiya kesên mîna me yên dixwazin li malên xwe bijîn negirin. Nebêjin; ‘em pereyê xwe dikarin her tiştekî bikin.’ Hûn karmendên vî bajarî ne, dewlemdên vî bajarî ne. Qet nebe hûn vê eybê nekin.”    MA / Azad Altay - Mujdat Can