Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin 2023-12-15 10:01:49   BEDLÎS - Endamê HPG’ê Mahsûm Yilmaz (Tolhildan Hîzan) du sal berê li Garzanê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li Xîzanê hate definkirin.    Endamê HPG’ê Mahsûm Yilmaz (Tolhildan Hîzan) di sala 2021’an de li Herêma Xerzanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Yilmaz, li Goristana Gayda ya navçeya Xîzan a Bedlîsê hate definkirin. Piştî ku Yilmaz jiyana xwe dest da, cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibû definkirin û piştî du salan radestî malbata wî hate kirin.    Malbata ku cenazeyê kurê xwe girt, ber bi Bedlîsê ve bi rê ket û di saetên şevê de gihşt.    Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î ji hêla endamên malbatê ve û di bin dorpêça leşkeran de hate definkirin.