Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir 2023-12-15 12:10:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Çawişê pispor ê cendirme Mûstafa Fatîh Yetîşên ku li Bedlîsê peywirdar bû, bi awayeke guman mir.    Çawişê pispor ê cendirme Mûstafa Fatîh Yetîşen (29) li Bedlîsê bi awayeke guman mir. Yetîşen, li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Tanriyar a girêdayî navendê peywirdar bû. Hat îdiakirin ku Yetîşen di encama qezaya çekê de bi giranî birîndar bûye û li Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê miriye.