Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin 2023-12-15 13:18:38   MÊRDÎN - Cotkar Huseyîn Ado yê ku tevî îsal li ser zeviya xwe çandinî nekir jî 250 hezar lîre fatoreya ceyranê lê hate birîn, vê carê jî trafoya wî ji aliyê DEDAŞ’ê ve hate mohrkirin.     Huseyîn Ado yê li mezraya Gundik Maqso ya girêdayî gundê Qeraşîka ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê cotkariyê dike, ji ber fatorayên bilind ên ceyranê îsal garis neçand. Tevî ku çandinî nekir jî ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve ji Ado re dîsa fatore hate birîn. Ado li ser 250 hezar lîre fatore ya jê hate birîn serî li dadgehê da û li Dadgeha Îdare ya Mêrdînê îtîrazî fatorayê kir. Ado, tiştên jiyayî di 12’ê kanûnê de ji Ajansa Mezopotamyayê re vegotin û xwest ev rewş were çareserkirin. Tîmên DEDAŞ’ê yên piştî nûçeyê çûn gund, trafoya Ado mohr kirin.      Adoyê ji ber deynan trafoya wî hate mohrkirin, diyar kir ku tevî pêvajoya dadgehê didome mohrkirina trafoya wî bêhiqûqî ye û îtîraz kir. Ado, anî ziman ku mohrkirina trafoya wî ya di berdewamkirina pêvajoya dadgehê de bizanebûne û da zanîn ku zilma DEDAŞ’ê qebûl nake.