Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin 2023-12-16 14:05:33   ENQERE- Di 10 mehên ewil ên sala 2023’yan de ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê hezar û 975 serlêdan hatin kirin. Ji serlêdanan hezar û 317 jê ji girtîgehan hatine kirin.    Hejmara serlêdanên di sala 2023’yan de ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) hatine kirin diyar bû. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan têkildarî mijarê bi daxwaza ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bibersivîne, di 5’ê cotmehê de pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.    Li şûna Kurtulmuş, Serokwekîlê Meclisê Bekir Bozdag bersiva pirsan da.    HEZAR Û 975 SERLÊDAN HATINE KIRIN   Di bersivê de hat destnîşankirin ku di navbera 1’ê çileyê û 18’ê cotmehê de bi giştî hezar û 975 serlêdan ji bo ÎHÎK’ê hatine kirin û ji van serlêdanan hezar û 317 jê derheqê girtîgehan de ne.    Li gorî daneyên têkildarî mijarên serlêdanan; 43 serlêdan nehatin girtin, 258 jê tekildarî helwest û kirariyên keyfî, 122 jê têkildarî başkirina mercên fîzîkî, 103 jê têkildarî miameleya xerab, 155 jê têkildarî pirsgirêkên di dema neqilkirinê, 166 jê jî têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê ne.    Li gorî daneyan; 6 jê têkildarî îşkenceyê, 181 têkildarî nerazîbûnên li dijî biryarên darazê, 12 jê ji bo taloqkirina ceza û 49 jê jî ji bo tehliyekirina bişert hatine kirin.    ÎHÎK’Ê BERSIV NEDA SERLÊDANAN   Di bersiva pêşnûmepirsê de hat destnîşankirin ku ÎHÎK’ê ji van serlêdanan tenê bersiva 975’an da ye.