ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî 2023-12-16 15:06:27   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û Xizmên Windakiriyan aqûbeta Mahmût Onerari, Îsmaîl Bahçecî, Îsa Soysal, Îbrahîm Demîr û Agîk Akîpa yên di navbera salên 1988-1996’an de hatin windakirin û qetilkirin pirsî.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Şirnex û Îzmîrê û Xizmên Windakiriyan her hefteyê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên  darizandin” çalakiyê li dar dixin. ÎHD û Xizmên Windakiriyan di çalakiyên vê hefteyê de diyar kirin ku dê ji bo cezakirina faîlan û dîtina windakiriyan têkoşîna xwe bidomînin.    AMED   Parastvanên mafên mirovan û Xizmên Windakiriyan di hefteya 775’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin gel hev. Rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Xizmên Windakiriyan di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên bi cînayetên kiryarnediyar û di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin.    Di çalakiyê de ji ewil endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Yakup Guven axivî û êrişê li dijî Şêx Seîd û rewşenbîrên kurd bi bîr xist. Guven, bertek nîşan da û got ku Şêx Seîd û pêşengên din serfiraziya gelê kurd in.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mahmût Onerari hate pirsîn ku di 8’ê kanûna 1996’an de li Liceyê ji hêla polîsan ve bi darê zorê li wesayîtê hatibû siwarkirin û ji wê rojê ve agahî jê nehatin girtin. Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş serpêhatiya Onerari xwend.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH    ÎHD û Xizmên Windakiriyan ên Êlihê jî di hefteya 611’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” hate vekirin. Her wiha wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Xizmên Windakiriyan, parastvanên mafên mirovan, endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DER, Baroya Êlihê, DEM Partî û DBP’ê tev li çalakiyê bûn.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Bahçecî hate vegotin ku di 24’ê kanûna sala 1994’an de li Aksaray a Stenbolê hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Serpêhatiya Bahçecî ji hêla Rêveerê Şaxa ÎHD’ê Rezan Baytar ve hate xwendin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ŞIRNEX   ÎHD û Xizmên Windakiriyan ên Şirnexê jî bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li Parka Engelsîz Yaşam a navçeya Silopiyayê hatin cem hev. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, rêxistina DEM Partiyê ya Silopiyayê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” hate vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Şirnexê Esîn Yilmaz daxuyanî xwend.    Yilmaz, serpêhatiya Îsa Soysal vegot ku di sala 1988’an de li mezraya gundê Bozalan ê navçeya Silopiyayê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.    ÎZMÎR    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî her du hefteyan carekê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bê darizandin” li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne?” hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa (39) ku li gundê Çukurlu yê navçeya Hezex a Şirnexê hatibûn binçavkirin û piştre hatin qetilkirin hate pirsîn. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş û ya tirkî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Bahadir Altan ve hate xwendin.    Gumuş wiha got: “Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akipa(39) li gundê Çukurlu yê Hezex a Şirnexê diman. Agît Akîpa keyayê gund bû. Ji bo bibin cerdevan zextên giran li gundiyan dihat kirin. Ketin û derketina gund di bin kontrola leşkeran de bû. Dibistana gund veguherandin qereqolê, malên hin gundiyan hatin desteserkirin û leşker li wir bi cih bûn.    Îbrahîm Demîr û Agît Akipa ji bo leşker dibistan û xaniyan vala bikin, ewil serî li qeymeqamtiyê û piştre jî serî li Wezareta Karên Hundir dan. Piştî serlêdanê zexta li ser wan hîn zêdetir bû. Di 12'ê kanûna 1991'an de Îbrahîm Demîr û Agît Akipa bi gundiyan re li traktorê siwar bûn û ji qirkirina siyasî ya li Hezexê vegeriyan malê. Traktor li ser rê ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin. Îbrahîm Demîr û Agît Akipa li gundê Agaçli yê Fermandariya Tabûra Dargeçît Anitli ji aliyê Fermandarê Tîmên Piyade û leşkerên wî ve hatin binçavkirin. Ji malbatên ku çûn qereqola cendirmeyan jî Fermandarê Qereqolê got, ‘Me qet nedîtiye.’ Leşkerek bi dizî şîret li malbatan kir ku ‘herin şikeftan.’ Malbatan bi gundiyan re li qada ku leşkeran îşaret pê kiribûn bost bi bost lêgerîn kirin. Di 13'ê kanûna 1991'an de di şikefteke ku ketina wê bi keviran hatibû girtin de cenazeyên windayan ên îşkencekirî hatin dîtin. Di lêpirsîna der barê bûyerê de hatibû destpêkirin de Serdozgeriya Komarê ya Hezexê der barê Fermandarê Tîmên Piyade Temûlê Yekem û tayfe û efserên eleqedar ên li gundê Agaçliyê de bi sûcê ‘kuştinê’ gumanbar hatin kirin. Li ser vê yekê di 18'ê Kanûna 1991'an de ji bo destûra vekirina lêpirsînê ji qeymeqamtiya Dargeçîtê re dosya şand.    Lijneya Îdareyê ya navçeya Dargeçîtê di 20’ê gulana 1992’yan de biryara ‘qedexekirina darazê’ da. Malbatan di sala 2011’an de bi rêya parêzerê xwe Tahîr Elçî dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê dan. Serdozgeriyê lêpirsîneke nû da destpêkirin û ji bo bi destxistina dosyeyê serî li saziyên pêwendîdar da. Lê hemû saziyan ragihandin ku di arşîvên xwe de tu dosya, agahî û belge nedîtine. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Hezexê der barê Qeymeqamtiya Dargeçîtê yên ku dosya winda kiribûn de bi îdiaya ‘îstîsmarkirina peywirê’ lêpirsîn da destpêkirin lê ji lêpirsînan tu encam bi dest neket. Di dawiyê de, dosya bi hinceta qanûnên sînorkirinê hate girtin.”