‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’ 2023-12-16 15:28:27   ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen bang kir ku girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin tavilê bê berdan.    Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, her hefteyê çalakiyê li dar dixe. Çalakî di hefteya 484’an de berdewam kir. Çalakî li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat lidarxistin. Endamên înîsiyatîfê di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin.    ‘HERÎ KÊM 41 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN’    Daxuyanî ji hêla Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin. Çevîrmen, da zanîn ku weke ÎHD’ê bi qasî ku tespît kirine li girtîgehan 651 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Çevîrmen, wiha domand: “Ji sala 2023’yan heta niha jî bi qasî me tespît kiriye herî kêm 41 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan 23 jê girtiyên nexweş bûn. Tevahiya van mirinan dikariya pêşî lê bihata girtin. Dewlet neçare ku mafê jiyanê biparêze û divê girtiyên astengdar, kal û nexweş berde.”    NEXWEŞIYÊN GIRTIYÊ NEXWEŞ MEHMET SALIH FÎLÎZ    Çevîrmen, vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin. Çevîrmen, wiha got: “Mehmet Salih Fîlîz di 7’ê nîsana 2023’yan de ji Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Bodruumê hate kkirin. Nexweşiyên wî yên weke Ulserotif Kolit, Ankilozan Spoldolit û girêdayî van jî Romatoid Artrit hene. Ji ber van nexweşiyan divê li polîklînîkên Gastroenteroloji û Ramotolojiyê bi rêk û pêk bê tedawîkirin. Dema li Odemîşê, dibirin Nexweşxaneya Zanîngeha Katîp Çelebî ya Îzmîrê û di anîn. Lê li Bodrumê rêya heta Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mûglayê 2,5 heta 3 saetan diajo. Serê sibehê saet di 09.00’an de kelemçeyê têxin destê wî û derdora 17.00-18.00’an dîsa tînin. Di vê pêvajoyê de jî destkelemçekirî ye. Ji ber rîxoleyê divê her tim nêzî daşirê be lê ne pêdiviya wî ya bi daşirê tê pêşwazîkirin ne jî kelemçe tên derxistin. Ji ber nexweşiyên rûviyan, ev du sal in diçe Gastroenterolojiyê lê heta niha jî nîşanî bijîşkekî pispor nehatiye dayîn. Kontrolên wî ji hêla bijîşkên asîstan ve tê kirin.”    TEŞHÎSA PENCEŞÊRÊ HATE KIRIN   Çevîrmen, daxuyand ku di sala 2019’an de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê ji bo Fîlîz teşhîsa penceşêrê hatiye kirin û wiha bi dawî kir: “Lê di encama biyopsiya li Îzmîrê de derket holê ku penceşêr nîne. Piştî anîn Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê bi qasî 2 meh berê, kolonoskopi hate kirin û hat gotin ku birîna xuynebaş çalak bûye. Di destpêka 2023’yan de Wezaretê xwe were tespîtkirin bê ka nexweşiyên wî domdar in an na. Di rapora lijneya tenduristiyê ya di 13.06.2023’yan de wiha ahte gotin; ‘Nexweşiyên wî her dem hene û nikare di girtîgehê de bimîne.’ Ev rapor ji ATK’ê re hate şandin lê ATK’ê xwest ku ev rapor bê nûjenkirin û li gel girtî were şandin. Di 17.11.2023’yan de rapora ‘Ji bo nexweşiyên wî yên kronîk ên Ulserotif Kolit û Ankilozan Spondolit divê tedawî bidome û şopandina wan neyê îxmalkirin’ hate şandin. Dê tevî vê raporê bibin ATK’a Stenbolê.    Ji ber nexweşiyên xwe gelek caran Fîlîz nikare xwarinê bixwe. Lewma bi mamayê şil xweyî dibe. Divê Fîlîz tavilê were berdan.”