ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-17 09:00:20   * Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, jı pirsgirêka kurd re çareseri" dewam dike û got ku ji bo nêvengeke demokratîk û erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin.    * Eylem Yavûz ku bi pitika xwe ya 4 mehî re beşdarî Nobeda Edaletê bû got: "Ev mesele ne tenê pirsgirêka girtiyan e, pirsgirêka me hemûyan e."   * Jinên ku bi kurdî, tirkî û erebî ji bo bernamzetiya hilbijartinên xwecihî bang kirin, ev peyam dan: "Em dixwazin xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin."   * Tûfan Îlbaş ê ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê girtî ye, ragihand ku girtî Bezat Fîrîk ê sewqî edliyeyê hat kirin, ji ber ku pişta xwe spartiye amûra germkirinê ya kalorîferê 2 hezar lîre cezayê pereyî lê hatiye birîn û got ku nameyên ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şandine jî hatine desteserkirin.    * Derket holê ku şaredariyê der barê Cîgirê Şaredarê Şaredariya Êlihê Metîn Gurbuz ê ku bû sebeba mirina karkerekî, agahiyên şaş hem daye wezaretê hem jî midûriyeta polîsan.    * Di Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê de dê têkildarî pirtûka “BÎRGEH - Bellek Almanağı” de panelek bê lidaxistin.” (11.00)   * Hevdîtinên Bûdçeya Navendî ya Sala 2024’an dê li Lijneya Giştî ya Meclisê bidomin. (11.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Mersînê bidome. (11.00-17.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan li Eywana Sporê ya Fuat Celal Atîk Kongreya Awarte li dar bixe. (12.00) ZINDΠ   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li Kongreya Bajar a Kocaeliyê ya partiya xwe bibe. (12.00)   * Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li avahiya komeleyê çalakiyê li dar bixe. (13.00-18.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî êrişên di demên dawî de di şexsê Şêx Seîd de li gelê kurd tên kirin, li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bide. (13.00)     * Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê ji bo bangawaziya tevlibûna kongreya xwe li Amedê belavokan belav bike. (14.00)