Gurbuz ê DBP'î: Ji bo erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin 2023-12-17 09:01:29   AMED - Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz diyar kir ku kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" dewam dike û got ku ji bo nêvengeke demokratîk û erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin.    Starta polîtîkayên "ewlehîparêz" yên ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de dîsa ketin meriyetê, bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayîn. Qedexeya hevdîtina bi parêzeran û malbatê re ku bi awayekî sîstematîk hat sepandin, piştî sala 2015’an veguherî nepêwendîdanîneke mutleq. Ji Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê, 33 meh in tu agahî nayê girtin.   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz têkildarî kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" axivî.   'DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'   Gurbuz anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê her ku diçe kûrtir dibe û bi bîr xist ku li dijî israrkirina di neçareserkirina pirsgirêka kurd de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" tê meşandin. Gurbuz bi bîr xist ku beşek ji vê kampanyayê bi grevên birçîbûnê yên dorveger yên li girtîgehan hatine destpêkirin berdewam dike û got ku Nobeta Edaletê ya li bajaran hatiye destpêkirin jî di çarçoveya kampanyayê de ye. Gurbuz da zanîn ku ji bo pêvajoyeke demokratîk bê destpêkirin divê tecrîd bê şikandin û wiha got: "Divê ji bo rûmeta mirovahiyê û ji bo demokrasiyê çareseriyeke pêk bê."    ‘JI BO ERDNÎGARIYEKE JIYANBAR...'   Gurbuz ragihand ku krîzên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiyeyê ne li derî tecrîda li Îmraliyê ne û got ku ew ê di her platformê de rengvedana  van bandoran bînin ziman û ew ê tim bibêjin ku muxatabê çareseriyê Îmralî ye. Gurbuz destnîşan kir ku bingeha pirsgirêkan tecrîd e û destnîşan kir ku divê her kes serdema 2013-2015'an bi bîr bîne. Gurbuz anî ziman ku civak di nava aştî û biratiyê de, di nava aramiyê de dijî û got ku ji bo nêvengeke demokratîk û erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin."    TÊKOŞÎN   Gurbuz da zanîn ku divê dengê girtiyên li girtîgehan piştgirî didin kampanyayê bê bihîstin û wiha got: “Piştî 15’ê Sibatê çalakiyên greva birçîbûnê yên dorveger dibe ku veguherin rojiya mirinê. Em dixwazin dengê çalakiyên bi vî rengî yên ku bedêla wan jiyana mirovan e bên bihîstin. Grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ku di nava çar dîwarên girtîgehan de asê mane, fikaran li me peyda dikin. Lê divê heya tecrîd neyê şikandin em bitêkoşin."