Ji DEM Partiyê bi 3 zimanan banga ji bo serlêdanên bernamzetiyê 2023-12-17 09:05:39 RIHA - Jinên ku bi kurdî, tirkî û erebî ji bo bernamzetiya hilbijartinên xwecihî bang kirin, ev peyam dan: "Em dixwazin xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin." Li Rihayê ku malovaniya kurd, tirk, ereb û gelek derdoran dike, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya ya Gelan û Demokrasiyê (DEM Parti) li aliyeki xebatên hilbijartinên xwecıhi dimeşîne û ji aliyê din ve jî serlêdanên bernamzetiyê qebûl dike. Komîsyona Qebûlkirina Serlêdanan a li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê  ya DEM Partiyê hat avakirin, dê heta 20’ê kanûnê serlêdanên bernamzetiyê qebûl bike. Li Rihayê ku heta niha zêdetirî 300 serlêdanên ji bo hevşaredariyê û endamtiya meclisa şaredariyê hatine kirin, jinan bi kurdî, tirkî û erebî bang li jin û ciwanan kirin ku serî li bernamzetiyê bidin.   ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE'   Hevberdevka Komîsyona Qebûlkirina Serlêdanan Gul Fehîme Bînîcî diyar kir ku serlêdan heta 20'ê kanûnê berdewam dikin û got: “Roj bi roj hejmara serlêdanan zêde dibe. Gelê me ji bo parastina vîna xwe bi biryar e. Kesên serlêdan kirine diyar kirin ku ew li dijî tayînkirina qeyûman eû ew ê li dijî texrîbata qeyûman bi awayekî bihêztir ber bi hilbijartinan ve biçin. Em hêvî dikin ku her kes vîna xwe biparêze. Bi vê coşê em bang li her kesî dikin ku bibin namzet. Heta niha bi sedan serlêdan ji me re hatine û berdewam dikin. Bi taybetî jî em li benda jin û ciwanan e ku bêtir serî lê bidin. Ji bo em hem xwe û hem jî bajarê xwe bi rê ve bibin pêwîstî bi serîlêdan û beşdarbûnke zêdetir heye."   ‘EM Ê MÊRSERWERIYÊ BIŞIKÎNIN'   Endama Komîsyonê Fatma Erîş jî ku bi kurdî bang li jinan kir, anî ziman ku DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinan e û got: “Em li bendê ne ku ji bo parastina mafên xwe bên DEM Partiyê. Jin dikarin di nava DEM Partiyê de têkoşîna xwe bi bandortir bimeşînin. DEM Partî wekî her qadê ji bo jinan derfeteke ku di nava siyasetê de cih bigirin. DEM Partî ew cih e ku jin li nasnameya xwe xwedî derkevin. Pêwîst e jin bibin yek û piştgiriya DEM Partiyê bikin. Dema ku em biçin hilbijartinan, dê wekî her carê dirûşma me 'Jin jiyan azadî' be.  Hevserokatî xeta me ya mor e. Bêguman wê destkeftiyên jinan li şaredariyên ji aliyê DEM Partiyê ve tên birêvebirin zêdetir bibin. Di rêveberiyên herêmî yên li Rihayê di destê AKP'ê de ne, xwedî feraseta mêrserweriyê ne. Em ji bo şikandina vê ferasetê tên."    ‘EM LI QADA TÊKOŞÎNÊ BIBIN XELEK'   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sema Ayşeoglû jî ku bi erebî bangawazî kir, diyar kir ku li Rihayê gel bi hev re dijîn û got: "Li Rihaya ku bi hişmendiya mêrserweriyê tê birêvebirin bandoreke baş li jinan, zarokan û tu kesên din nake. Hemû şaredariyên bajêr û navçeyan ji aliyê AKP'ê ve tên birêvebirin û ji ber vê li dibe cihê pirsgirêkên mezin. Werin em jin mil bidin milê hev û di hilbijartinên herêmî de li dijî vê pergala ku gelan paşguh dike bibin yek û li qada têkoşînê bibin xelek."    Ayşeoglû, bang li jinan kir û wiha got: "Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo hilbijartinên xwecihî bibin bernamzetên rêveberiya bajarê xwe."   MA / Emrûllah Acar