Li KYK’ê dîsa asansor ket 2023-12-17 09:18:36   ÎZMÎR - Li Wargeha Keçan a Gazî Ayşeyê ya li Bucayê asansora ku xwedekarek tê de bû ji qata 5’an kete qata 2’yan.    Li Wargeha Keçan a KYK’ê ya Gazî Ayşe ya Bucaya Îzmîrê asansor kete xwarê. Hat zanîn ku asansor ji qata 5’an keta qata 2’yan û di wê kêliyê de xwendekarek tê de bû. Ji ber ku tîmên agirkujiyê dereng hatin, xwendekar ji hêla hevalên xwe ve hate derxistin. Tîmên tenduristiyê xwendekar rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa xwendekarê baş e.    Midûrê wargehê ku 40 deqe piştî bûyerê hate wargehê jî xwe ji xwendekarên vîdeo dikişandin aciz kir. Di vîdeoyê de peywirdarek ji xwendekarên bertek nîşan didin re digot; “Di dawiya dawî de asansor makîneyeke, her tim dixebite.” Vê gotinê rê li ber bertekan vekir.