Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e 2023-12-18 09:01:49 MEREŞ - Serokê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Erenlerê Muslum Îbîlî ku yek ji şahidên Komkujiya Mereşê ye, diyar kir ku komkujî ji hêla dewleta kûr ve ve hate amadekirin û wiha got: “Bi ser komkujiyê re 45 sal derbas bûne lê hêj jî gel bi tirsê dijî. Civaka Elewî hat qetilkirin. Êşa me, hêj mîna roja ewil e.”  Di navbera 19 û 26’ê kanûna sala 1978’an de li dijî elewiyan li Mereşê êrişeke nîjadperest hate kirin. Li gorî daneyên fermî di komkujiyê de 111 welatî hatin qetilkirin, 559 mal û nêzî 290 kargehên elewiyan hatin şewitandin. Lê li gorî hin çavkaniyan zêdetirî 500 kes di vê komkujiyê de hatine qetilkirin. Derheqê kesên tiliya wan di komkujiyê de hebû doz hate vekirin û darizandina wan 23 salan dom kir. Dadgehê li 22 kesan cezayê îdamê, li 7 kesan cezayê muebbetê û li 321 kesan jî ji salekê heta 24 salan cezayê hefsê da. Her wiha 68 kesên ku di qetlîamê de roleke girîng lîstin jî nehatin dîtin. Biryarên ku dadgeha Rewşa Awarte dabûn piştre ji hêla Dadgeha Bilind ve hatin xerakirin û biryarên îdamê nehatin cîbicîkirin. Cezayên bersûcên ku cezayên demkî lê hatibûn birîn jî bi Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) ku di sala 1991’an de hate derxistin re taloq kirin û piştre hemû bersûc hatin berdan. Bi ser komkujiyê re 45 sal derbas bûn.    Serkêşê komkujiyê Okkeş Kenger hate darizandin û beraet kir. Piştre jî paşnavê xwe guherand û kir Şendîller. Di sala 1991’ê de jî ji Partiya Refahê (RP) weke parlamenter hate hilbijartin. Okkeş Şendîller ku serkêşê komkujiyê bû, dema li Meclisê endamtiya Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê kir. Ji parêzerên mudaxil ê komkujiyê Ceyhûn Can di 10’ê îlona 1979’an de, halîl Sitki Gulluoglû di 3’yê sibata 1980’an de û Ahmet Abay jî di 3’yê gulana 1980’an de hatin kuştin.    ÊRIŞÊN DESTPÊKÊ   Di 19’ê kanûnê de dema li sînemaya Çîçek a bajêr fîlma bi navê “Roj wê kengê derkeve” dihat nîşandan, bombeya deng li ber deriyê sînemayê teqiya. Vê bûyerê jî pêşiya komkujiyê vekir. Piştî teqîna bombeya deng re koma nîjadperest bi pêşengiya Okkeş Şendîller ku tê gotin bûyera bombeya deng jî organîze kiriye bi dirûşmên, “Xwîna me bê rijandin jî serkeftin a Îslamê ye” û “Tirkiyeya misilman” êrişî avahiyên Komeleya Yekitî û Piştevaniya Hemû Mamosteyan (TOB-DER), PTT û Partiya Gel a Komarê (CHP) kirin. Piştî vê bûyerê, di 20'ê kanûnê de bombeyeke destçêkirî avêtin qehwexaneyeke li Taxa Yorukselimê ku piranî elewî lê dijîn. Di encama teqînê de tu kesî jiyana xwe ji dest neda. Lê piştî vê bûyerê, Sabrî Ozkan ê bi nasnav Gîjik Dede dihat naskirin di dema gulebarankirina qehwexaneyê de hate qetilkirin.    Di 21’ê kanûnê de jî 2 mamosteyên çepgir ên bi navên Hacî Çolak û Mûstafa Yuzbaşioglû hatin qetilkirin. Mûstafa Yildiz ku meleyê Mizgefta Baglarbaşiyê bû, di xutbeya 22'yê kanûnê de wiha bang kir: “Bi rojî û nimêjê hûn nikarin bibin hecî. Kuştina her elewiyekî bi qasî ku tu 5 caran çûbûyî hecê ye. Divê hemû xwişk û birayên me yên ol li dijî komunist û ateîstan rabin ser pêyan.” Piştî vê bangê, nîjadperestan êrişî merasîmên definkirina cenazeyên mamosteyan kirin. Di êrişan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Êriş roj bi roj zêde bûn, hemû hêzên polîsan ên li bajêr di 24'ê kanûnê de vekişiyan û rê li ber mezinbûna êrişan û rûdana komkujiyeke mezin vekirin. Di êrişên ku heta 26’ê kanûnê dom kirin de li gorî daneyên fermî 120 kesan û li gorî daneyên nefermî jî nezî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.   MÎT: QETLÎAM JI HÊLA ULKUCUYAN VE HATE KIRIN   Têkildarî Komkujiya Mereşê ya ku rê li ber derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê vekir, ji aliyê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) ve belgeyeke ji 57 rûpelan pêk tê ji dadgehê re hate şandin. MÎT’ê piştî qetlîamê bi qasî mehek şûnde notayek agahiyê ji lûtkeya dewletê re şand û diyar kir ku di civîna rêveberên MHP û Ûlkû Ocaklariyê de biryara qetlîamê hatiye dayîn û 4 roj piştî bûyeran leşkeran hêz şandine Mereşê.   Serokê Komeleya Piştevanî û Çandê ya Erenlerê Muslum Îbîlî (64) ku li Taxa Yorukselimê dijiya û wê demê 19 salî bû, ji ber ku piştî qetlîamê li Mereşê kar nedan wî, neçar ma koçî Stenbolê bike. Îbîlî ku li Stenbolê di encama qezayekê de lingê xwe yê rastê winda kir, piştre vegeriya Mereşê û li Taxa Yorukselimê Komeleya Çandê ya Cemevî ya Erenler ava kir. Ji şahidên komkujiyê Îbîlî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku komkujî ji berê ve hatibû amadekirin.    'DERDORA ME GIRTIBÛN'   Îbîlî, diyar kir ku armanca ewil a komkujiyê ew bû ku pêşî li ber meyla sosyalîst a di salên 70'î de bi tevgerên xwendekaran re dest pê kiribû û got ku komkujî ji aliyê dewleta kûr ve hatiyê amadekirin. Îbîlî, da zanîn ku ew jî tev li merasîma cenazeyê mamosteyên çepgir ên hatin qetilkirin bûbû û wiha qala wan rojan kir: “Dema ku me cenaze dibirin mizgeftê, ji qesrê dest bi avêtina keviran kirin û dirûşmên ‘Komunist herin Moskovê’ berz kirin. Helbet wê demê me hizra komkujiyeke wiha nedikir. Armanca me tenê definkirina cenazeyên me bû. Lê amadekariyên mezin hatibûn kirin. Piştre jî bi kevir û daran êrişî malan kirin.”   ‘BOMBEYÊN GAZÊ BI ZAROKAN DIDAN AVÊTIN’   Di berdewamê de Îbîlî anî ziman ku piştî bûyeran cenaze li ber mizgeftê man û wiha pê de çû: “Cenaze avêtin erdê. Bi mudaxileya leşkeran me cenaze anîn Taxa Yorukselimê. Di danê êvarê de ji mizgeftan anonsên ku elewiyan dikin hedef dest pê kirin. Serê sibê dema em ji xew rabûn, dora me girtin. Êrişî gelek malan kirin. Gelek mirovên me hatin qetilkirin. Em li wê taxa cara ewil êriş birin ser diman. Ez jî 19 salî bûm. Li vê taxê malên gelek kesan hatin şewitandin. 8 mirovên me hatin qetilkirin. Yên ku êriş pêk anîn, bêhiş tevdigeriyan. Wan jî nidizanîn çi dikin. Bombeyên gazê didan destên zarokan, mirov digirtin û dikuştin. Gelek kes bi gulebarana ji dûr ve bi çekên lûledirêj ve hatin kuştin. Nexweşxane tije bûn. Mirov di nava tirs û xofê de bûn. Yên direviyan hewl didan xwe li cihekî stare bikin û xwe xelas bikin. Tevî ku 45 sal derbas bûne jî travma berdewam dikin."   ‘GELEK ELEWÎ KOÇBER BÛN’   Di berdewamê de Îbîlî anî ziman ku piştî komkujiyê gelek elewiyan êdî li Mereşê kar peyda nedikirin û wiha got: “Me gelek êş kişandin. Ji ber ku min kar nedît, neçar mam biçim Stenbolê. Li wir ez ji trênê ketim û min lingê xwe yê rastê winda kir. Piştre dîsa vegeriyam vir û di sala 2007’an de me bi hev re Komeleya Piştevanî û Çandê ya Erenlerê ava kir ku êşa komkujiyê sivik bikin. Ji ber ku kar nedihatin dayîn, gelek kes ji vir koçber bûn. Piştî qetlîamê bi 45 salan gel di nava xizanî û tirsê de jiya. Civaka elewî hate qetilkirin. Ne tenê li vir, li gelek deverên wekî Dêrsim, Tokat, Çorum û Meletiyê jî. Birînên wan hîn di hundirê me de teze ne. Dewletê nikaribû li vir welatiyên xwe biparêze. Ji ber vê yekê jî gel neçar ma bi tirs jiyana xwe bidomîne. Gelek kesên ku wê demê li vir dijiyan neçar man ku koç bikin.”   'JI BERÊ DE HATIBÛ AMADEKIRIN'   Îbîlî, diyar kir ku komkujî ji berê ve hatibû amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di danê êvarê de 3 endamên MHP’ê hatin kuştin. Provokasyoneke mezin hat amadekirin. Ev jî amadekariya derbeyê bû. Postalên leşkerî bi ser Mereşê re derbas bûn. Tu pirsgirêka elewiyan bi sunniyan re û ya suniyan jî bi elewiyan re nebû. Civak hat provakasyonan û hat gotin, 'Elewiyan avêtin ser mizgeftan' û piştre komkujî dest pê kir. Mirov niha dibêjin hişê me ye niha bûya me tiştek wisa nedikir. Ji bo bûyerên bi vî rengî çênebin divê daxwazên her kesî li ser esasê hemwelatîbûna wekhev pêk were. Ev daxwaza elewiyan e jî.”   BÎRANÎNA KOMKUJIYÊ HAT QEDEXEKIRIN   Îbîlî, destnîşan kir ku bîranîna komkujiyê ya ji aliyê Cemevî ya Erenlerê ve wê di 23’yê kanûnê roja şemiyê de bihata lidarxistin lê Walîtiya Mereşê destûr nedaye. Îbîlî, axaftina xwe wiha qedand: “Lê weke her sal îsal jî em ê çalakiya xwe li dar bixin. Bîranîn dê li Komeleya Piştevanî û Çandê ya Erenlerê bê lidarxistin. Em dixwazin bîranînên din jî bi gelê Mereşê re li qadan pêk bînin. Ji bo paqijkirina vê qirêjiya reş divê em van bîranînan bi hev re bikin. Dewlet bi hinceta provakasyonan, bîranînan qedexe dike. Lê belê ger bîranîn bên kirin wê provokasyon çênebin. Hûn nikarin êşan bi qedexekirinê veşêrin. Bi qedexekirinê re rewşa gelê Mereşê xerabtir dikin. Em hemû gelê Mereşê vedixwînin bîranînê.”   MA / Mahmût Altintaş