Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike 2023-12-18 09:04:18   ÊLIH - Xwişka girtiyê nexweş Siddik Kivanç, Sûltan Azboy destnîşan kir ku zilma tê kirin dê bi xwedîderketina greva birçîbûnê bi dawî bibe û got: “Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike. Çend caran erdhej çêbû. Li wir çi qewimî, gel dixwaze hîn bibe.”   Berdana girtiyên nexweş ên rewşa wan ji ber şer şert û mercên xirab û binpêkirinên mafan, her ku diçe xerabtir dibe, tevî hemû hewldanan tê taloqkirin. Li gorî daneyên rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehan de tên ragirtin. 38 girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe yên sereke bi cih bînin, tevî hemû bangên berdanê jî, di girtîgehan de tên ragirtin. Di nava 2 salên dawî de ji 100’an zêdetir kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan û girtiyên rewşa wan di girtîgehan de gelek giran dibin jî, piştî demeke kin a derketina derve, jiyana xwe ji dest didin.     Sûltan Azboy   2 CARAN KRÎZA DIL DERBAS KIR   Siddik Kivanç ê ji 6’ê tîrmeha 1997’an heya niha bi cezayê hefsê yê muebetê tê ragirtin û 47 salî ye, yek ji van girtiyên nexweş tenê yek e. Kivanç, bi dorê li Girtîgehên Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Samsûn, Tekîrdag û Manîsayê hat ragirtin. Kivanç herî dawî ev 4 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'an a Amedê tê ragirtin.    Kivanç di nav demên derbasbûyî de rastî binpêkirinên mafan ên giran hat û 2 caran krîza dil derbas kir û 2 caran anjiyo bû. Malbat ji ber tirsa krîza dil a Kivanç bi guman e. Malbata Kivanç destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş, girêdayî çalakiya greva birçîbûnê ye û ji bo çalakiyan banga xwedîderketinê kir.    ‘TÊBIKOŞIN, NEYÊN CENAZEYÎ’   Xwişka Kivanç, Sûltan Azboy destnîşan kir ku zilma herî mezin li dijî girtiyên nexweş tê kirin û anî ziman ku ev zilm dê bi xwedîderketina girtiyan bi dawî bibe. Azboy da zanîn ku birayê wê ev 26 sal in di girtîgehê de ye û wiha axivî: “Di gelek girtîgehan de ma. Sax kete girtîgehê niha nexweş e. Her cihê ku çûyê, li wir rastî zextan hatiye. Şert û mercên girtîgehan gelek xirab in. Niha jî di bin tecrîdeke giran tê ragirtin. Ji ber ku em ji bo têkoşînê ker û lal in, bar dikeve ser mile girtiyan. Girtî di nava çar dîwaran de li ber xwe didin. Ez bang li yên derve dikim; heger dê têbikoşin bila ji niha ve têbikoşin, dema ku cenaze ji girtigehan derketin bila kes neye cenazeyî. Bila her kesek bibe hevkarê têkoşîna wan û têbikoşe.    ‘YÊN XWEDÎ WIJDAN BILA DENG DERXIN’   Azboy, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û banga têkoşînê ji her kesê xwedî wijdan kir ku bi têkoşînê tecrîdê bi dawî bikin. Ozbay, bi bîr xist ku li her çar aliyê cîhanê li dijî tecrîdê têkoşîn tên meşadin û got: “Ev gel tenduristiya birêz Ocalan mereq dike. Çend caran erdhej çêbû. Li wir çi diqewime, gel dixwaze hîn bibe. Bila ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Bila bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bila her kesek ji bo ku tecrîd bi dawî bibe, destê xwe têxe bin kevir. Bila tu kes yên ku ji bo vî gelî têdikoşin ji bîr neke.”