MYK’a DEM Partiyê kom bû 2023-12-18 12:27:27   ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi rojeva hilbijartina herêmî kom bû.     Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi rojeva hilbijartina herêmî li Navenda Giştî ya HDP’ê kom bû.    Di MYK’a ku rojên derbas bûyî bi gelek rojevên krîtîk û hilbijartina herêmî kom bû bû de meyla ku weke partî li 81 bajaran bi namzetên xwe tev li hilbijartina herêmî bibin derketibû holê. Ev meyle pişt re biribûn rojeva civîna Meclisa Partiyê (PM). PM ya di 16’ê kanûnê de civiya, ev meyl pejirand. PM’yê ji bo biryara dawî ya di vê mijarê de raye da MYK’ê û Hevserokên Giştî.