Panela Îslam û Kurd: Mafên ku îslamê dane jinan ji hêla mêran ve hatin bisînorkirin 2023-12-18 16:34:15   WAN - Rojnameger-nivîskar Berrîn Sonme di panela “Îslam û kurd, du rastiyên Rojhilata Navîn” de axivî û wiha got: “Mafên ku îslamê dane jinan ji hêla zilaman ve hatin bisînorkirin. Lê jin ji bo ku van mafên xwe bi dest bixin, li her devera cîhanê li ber xwe didin.”    Maseya Îslamê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) bi sernavê “Îslam û kurd, du rastiyên Rojhilata Navîn” panelek li dar xist. Panel, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê hate lidarxistin. Moderatoriya panelê ji hêla parêzer Abdulbasî Bîldîrîc ve hate kirin. Rojnameger-nivîskar Zeliha Berrîn Sonmez, nivîskar Îbrahîm Sungur û Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Emîn Ay weke axêver tev li panelê bûn.    'ÎSLAMIYET WEKE OLA ŞÛR-FETHÊ BELAV BÛ’    Di panelê de ji ewil nivîskar Îbrahîm Sungur axivî. Sungur, diyar kir ku di destpêkê de îslamiyet weke ola aştiyê bû lê di pêvajoyên pêş de weke “ola şûr-fethê” belav bû. Bi domdarî Sungur bal kişand ser guherîna di pêvajoya dîrokî de  û got ku bi Muaviye re îslamiyet veguherî siyasetê. Sungur, da zanîn ku di pêvajoya dîrokî de sedema bingehîn a di navbera begtiyên kurdan de jî ol bû.    'JI BER ZILAMAN DI OLÊ DE JIN XUYA NAKE’    Piştre jî rojnameger-nivîskar Berrîn Sonmez axivî û jin ji hêla perspektîfa îslamê ve nirxand. Sonmez, anî ziman ku pirsgirêkên jinan hevpar in û ev nirxandin kir: “Îktîdaran îslamiyet bi kar anîn û tehekûma xwe ava dikin. Niha mirov dixwazin ji Rojhilata Navîn derkevin û berê xwe didin Ewropayê. Heke edalet hebûya dê neçûbûna. Di her nimêjên xutbeyan de dibêjin ‘Xwedê ji edaletê hez dike, edaletê emir dike.’ Lê edalet bi gotinê pêk nayê. Di bingeha edaletê de wekhevî heye. Her mirovek jidayikbûna xwe ve xwedî maf e. Lê ev maf nayên naskirin. Ji ber koma zilam a îslamê, di olê de jin xuya nake. Xwedê dibêje; ‘tenê ji hêla teqwayê ve mirov ji mirovan mezintir in.’ Bi zanebûn an jî nebizanebûn, jin hatin tepisandin û nehatin dîtin. Kevneşopiya baviksalar di olê de jî jin paşguhkirin. Mafên ku îslamê dabû jinan, ji hêla zilaman ve hatin bisînorkirin û hatin bêqîmetkirin. Lê belê jin li her devera cîhanê ji bo van mafên xwe têdikoşin û ji bo dîsa bi dest bixin li ber xwe didin.”    'TUNDIYA BIUNÎFORMA LI JINÊN KURD TÊ KIRIN’    Sonmez, bi bîr xist ku AKP’iyan ji jinên Peymana Stenbolê parastin re gotine “fehîşe” û wiha pê de çû: “Li vir ji jinan re dibêjin; ‘heke hûn serê xwe rakin dê ji we re fehîşe were gotin.’ Ji ber ku jinan li dijî mudaxileya li dijî mafên wan serî rakirine, jê re dibêjin fehîşe. Misilman îro li welatê me dibêjin; ‘jin nikarin bibin rêveber.’ Dema em armanca afirandina Xwedê dinêrin, daxwazkirina mafê xwe mafê herî bingehîn e. Mizgeft mafê jinan e, nimêja înê ji bo jinan maf e lê belê jin ji van deveran hatine derxistin. Her wiha tundiyeke taybet li jinên kurd tê kirin. Yên ku jinên kurd qetil dikin, dibêjin; 'E‘ dewlet in, tu tiştek bi me nabe.’ Jinan, bi terorê ditirsînin û tundiya biunîforma li jinên kurd tê kirin.”    Herî dawî jî Emîn Ay axivî û dîrokçeya ola îslamê vegot. Ay, wiha got: “Îslamiyet, tê wateya pêkvejiyana derdorên cuda yên civakê û ola wekheviyê ye. Lê belê di roja me de ol weke propagandaya şeran tê bikaranîn.”    Panel, bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.