DEM Partiyê ji bo bajarên Tirkiyeyê biryara xwe da 2023-12-18 16:37:18   ENQERE - Hat zanîn ku di civîna MYK’a DEM Partiyê de biryar hate dayîn ku partî li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro bi rojeva hilbijartinên rêveberiyên herêmî civiya. Civîn hêj didome û hat zanîn ku meyla ji bo li rojavayê welêt partî bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê dîsa hate nîqaşkirin. Di civînê de yek bi yek hemû bajarên li rojava hatin nirxandin. Partiyê biryar da ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê. Têkildarî bajarên ku dê partî bi namzetên xwe bikevê dê sibe were ragihandin. Li gorî agahiyan, nîqaşên têkildarî rewşa Stenbolê hêj berdewamin.