ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-19 09:00:05   * Bi ser erdhejên Mereşê re 11 meh derbas bûn lê hêj jî gelek avahiyên bixesar ên li navenda Mereşê nehatine hilweşandin û xetereyeke mezin ser jiyana gel çêdikin. Li hêla din ji ber xebatên rakirina kavilan ku li gorî mewzûatê nayên kirin, bajar di nava toz û dûmanê de ye.   * Jinên Botanî diyar kirin ku şikandina tecrîdê peywira jinan e û wiha gotin: “Divê jin bi şev û roj qet nesekinin. Ocalan ji bo azadiya jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin.”    * Endamê Desteya Rêveber a TÎHV'ê Prof. Dr. Umît Bîçer da xuyakirin ku sedema ku girtî li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne ew e ku desthilat di vê mijarê de gavên mayinde û saxlem navêje. Bîçer anî ziman ku divê pirsgirêk di çarçoveyeke ku "pergalên cuda yên hiqûqî nayên daxilkirin" de bê çareserkirin.   * Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ku Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê di 24’ê mijdarê de li Amedê li dar bixe bibin. Mijarên bingehîn ên kongreyê dê bibin polîtîkayên şerê taybet û tecrîd.    * Nîqaşên der barê Şêx Seîd de ku piştî navê wî li bûlwarekê hat kirin dest pê kirin, dewam dikin. Kurd, li hemberî nîqaşên nijadperestan xwedî li pêşeng, rewşenbîr û nivîskarên xwe derdikevin û li gelek bajaran wêneyên wan li meydanan daldiqînin.    * Berdevka berê ya TJA'yê Ayşe Gokkan jî got: "Ji ber ku ez li dijî zextên dewletê yên li ser jinan û kurdan rabûm, ez hê jî têm cezakirin. Lê ez li ku derê bim jî dê têkoşîna min bidome. Pêwîst e saziyên hiqûqî û mafên mirovan ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan bikevin nava liv û tevgerê."   * Koordînasyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Colemêrgê tespît kir ku li Şemzînan, Çelê û bajarokê Bajêrge yên ku di hilbijartina dawî de bûbûn yekem, 4 hezar û 799 hilbijêr hatine veguhestin.    * Hat diyarkirin ku qeyûmê li Stewrê ku leşker û polîs wekî hilbijêr ber bi wir ve hatine neqilkirin, gef li dikandaran xwariye û gotiye "Ger AKP şaredariyê bi dest nexe dê xizmet neyê vir. Ez ji bo hilbijartinê hatime vir."    * Bi boneya salvegera operasyona di 19’ê kanûna 2000’an de li dijî girtîgehan hate lidarxistin dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn.    * Danişîna Doza Kobanê dê bi parastina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag re berdewam bike. (10.00)    * Meclisa Jinan a DEM Partiyê beriya Doza Kobanê dê li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyê bide. (10.00)   * Nobetên Edaletê yên li Amed, Stenbol, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin berdewam dikin. (11.00-17.00)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî biryarên di civîna MYK’ê de hatine wergirtin li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30) ZINDÎ       * Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê di roja 23’yemîn de berdewam dike. (13.00)    * Rêxistina DEM Partiyê ya Silopiyayê dê Taybet Înan a di dema qedexeya derketina derve de hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hate sekinandin li cihê hatiye qetilkirin bi bîr bîne. (13.30)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê dê têkildarî avahiyên qeçax ên li dora golê li ber Otela Merît daxuyaniyê bide. (15.00)